Gerîlaya YJA Starê Berîvan Mervan polîtîkayên di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd tê meşandin şirove kir û bi bîr xist ku dewleta Tirk dema dawî hewl dide li Başûrê Kurdistanê sîstema cerdevaniyê ava bike û destnîşan kir ku gelê Kurd û tevgera azadiyê di pêvajoyeke girîng de ne.
Berîvanê êrişa li Heftanînê jî di çarçoveya tecrîdê de destnîşan kir û got; “Pêwendiya van êrişên dagirkeriyê bi komploya navneteweyî ya li dijî gelê Kurd heye. Herêma heftanînê herêmeke welê ye ku gelên Kurd, Asûr, Ermen bi hev re lê ne. Ji dîrokê heta serdema heyî ruhê demokratîk ê neteweyî li herêma Heftanînê heye. Ji ber vê yekê jî dewleta Tirk dixwaze Başûrê Kurdistanê û tevahiya herêmê dagir bike û çand û welatparêziya li herêmê tine bike."
Berîvanê nokerên ku cerdevaniyê qebûl dikin û tevlî operasyonên li dijî gerîla dibin hişyar kir û got, "Em amade ne ku ji bo parastina gelê xwe xwîna xwe birijînin û canê xwe feda bikin. Em naxwazin cerdevanan bikujin, lê belê kî tevlî operasyonan bibe û destê wan di xwîna hevalên me de hebe wê bibe hedefa me. Em ê nehêlin ku xaka me ya pîroz ji aliyê van mirovan ve bê qirêjkirin. Ji ber vê yekê eger cerdevan tevlî operasyonên li dijî gerîla bibin wê neyên efûkirin.” ANF/BEHDÎNAN