Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Devrîm Botan a YPS-JIN’ê li Îzmîr, Mersin û Çorumê çalakî li dar xist. Yekîneyê diyar kir ku wê hesabê êrişên li dijî jin û zarokên Kurd bipirsin.
Di daxuyaniya Yekîneyê de tê gotin; “Endamên yekîneya me di 14’ê Tîrmehê de li Kadîfekaleya Îzmîrê li qereqola polîsan da. Hejmara polîsên kuştî û birîndar nehate tespîtkirin. Yekîneyên me bi selametî ji qadê vekişiyan.
18’ê Tîrmehê, li Erdemliya Mersinê fabrîkeya alîgirê rejîma faşîst a AKP û MHP’ê bi çalakiyeke sabotajê hate îmhakirin.
Heman rojê li otoparka Sîteya Sanayiyê ya Jêr a Çorûmê bi dehan wesayît hatin şewitandin.
Însiyatîfa Zarokên Agir jî ragihand ku di navbera 17 û 19ʼê Tîrmehê de li Îzmîrê otobusek, kargehek û wesayitek şewitandine. NAVENDA NÛÇEYAN