Tîmên Bersivdanê yên Şehîd Esmer ên YPS-JIN'ê ragihandin ku li Menemen a Izmîrê li herêma baregeha jetên leşkerî, li dijî qada hangarê û li dijî qada teleferîkê li navçeya Balçova çalakiyeke sabotajê kirin.
Tîmên Bersivdanê got, ''30'ê Tîrmeha 2020'an li dijî qada ku teleferîk lê ye, ya navçeya Balçova a Îzmîrê çalakiya sabotajê'' kirin. Di çalakiyê de gelek trafoyên elektrîkê û pergalên belavkirinê bi temamî hat rûxandin.
Têkilî çalakiya Menemenê jî wiha hate gotin:
''30'ê Tîrmeha 2020'an li Menemenê ya Izmîrê li dijî herêma ku baregeha jetên leşkerî lê heye çalakiyek hat kirin. Di encama şewatê de hangara leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker bi temamî hate rûxandin. Ev der weke cihekî xef dihat zanîn.''
Tîmên Bersivdanê diyar kirin wan ev çalakî ji bo bîranîna gerîla Esmer Zerdeşt kirine, ku 25'ê Hezîrana 2020'an, li Qadên Parastinê yên Medyayê di encama êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû.

NAVENDA NÛÇEYAN