- Ez dixwazim bibim dengekî xurt ji bo civaka Kurd li Elmanyayê. Ez li Kurdistanê ji dayik bûme, û dixwazim nûneriya Kurdan jî bikim li Parlamena federal.
LUQMAN GULDIVÊ
Kassem Taher Saleh ciwanekî 28 salî ye. Ew ji Başûrê Kurdistanê ye û di rêya 4´an a lîsteya Partiya Kesk (Bündnis 90/Die Grünen) a eyaleta Sachsenê namzetê parlemanteriya federal e. Yanî çavê wî li Berlînê ye. Ew di heman demê de namzetê yekser ê cihê hilbijartinê yê 159´an yanî 159 Dresden-Sud (Dresden-Başûr) e. Kassem Taher Saleh muhendisê avahîsaziyê ye. Ew li Zaxoyê sala 1993’yan hatiye dinê, lê li Elmanyayê li Plauen im Vogtland mezin bûye.
Bi angajmana xwe ya siyasî ew sala 2019´an dibe endamê Partiya Keskan. Ew di nava partiya xwe de ew di asta federal de hevberdevkê Komxebata Federal a mijarên Koçberî, Penaberî ye û di asta eyaletê de jî hevberdevkê Komxebata mijarên Koçberî, Întegrasyon û Dij-Cudakerî ye.
Xaniyên civakî û dîplomayên koçberan
Li gorî anketan, mirov dikare weke misoger qebûl bike ku ew ê bikeve Parlamena Federal a Elmanyayê. Li ser pirsên me wî li ser mijarên ew serê xwe bi wan diêşîne got, "Ez dixwazim weke siyasetvanekî li ser mijarekê pispor bêm dîtin. Mijarên weke avakirina ekolojîk a xwegir, xurtkirina xanî û avahiyên civakî da ku mirov hemû jê sûdê wergirin, her wiha gelek Kurdên li Elmanyayê jî.
Avahiyên ser banê wan heşînayî heye, avahiyên li ser banê wan panelên rojê yên enerjiyê hene, em dixwazin teşwîq bikin. Mijara min a din jî ew e ku ji bo me li Elmanyayê maf û hiqûqe xurttir a îqametê lazim e. Yanî mafê welatîbûnê bi jidayikbûna li Elmanyayê re divê hebe, em dibêjin, kî 5 salan li Elmanyayê mabe, divê karibe doza welatîbûna Elmanyayê bike. Em ji bo kesên ne welatiyên Elmanyayê jî doza mafê dengdanê di hilbijartinên cihî de dikin. Wekî din em dixwazin dîplomeyên welatên din jî bi awayekî karîgertir û zû bên qebûlkirin."
Ji bo dersên Kurdî bên destekkirin, ew dibêje, tevî ku ev karê eyaletan e jî, ew ê bibe xwedî helwêst: "Ev meseleyek e gelekî girîng e.
Tu dizanî perwerde karê eyaletan e. Qedexeyeke hevkariyê heye. Em dixwazin vê betal bikin. Da ku hikûmeta federal jî karibe nexasim di warê malî de karibe bi eyaletan re biryarê bide. Ez bi xwe dixwazim ne tenê li Hessenê, lê her wiha li vir li Sachsenê jî dersên zimanên din heta ku mumkin e li dibistanan hebin. Nexasim jî dersên Kurdî dixwazim li dibistanan hebin, ji ber ku ew civakeke mezin in li Elmanyayê. Dê û bavê min jî Kurdî fêrî zarokên xwe kirin, lê mixabin tenê bi xwe li nava malê. Heger li dibistanan Erebî û Tirkî weke ders heye, çima Kurdî nebe?"
‘Bêdengiya siyaseta Elman min aciz dike’
Ez dixwazim bibim dengekî xurt ji bo civaka Kurd li Elmanyayê. Ez li Kurdistanê ji dayik bûme, û dixwazim nûneriya Kurdan jî bikim li Parlamena federal. Ez bawer dikim ez dikarim bibim pirek di navbera Elmanya û welatên Kurd jê tên. Ez şexsî hevkariyeke bi serokdewletekî weke Erdogan re hevkariyê zehmet û bipirsgirêk dibînim. Ew eşkere zilmê dike li civaka Kurd, çanda Kurd û partiya Kurd a li Tirkiyeyê. Ji ber ku ji nava siyaseta Elman piştgiriyeke xurt ji bo Kurdan nîne, ez gelekî aciz im. Ev min nerehet dike. Malbata min bi xwe jî heye li deverên Kurd ên Tirkiyeyê. Bi rastî min gelekî xemgîn dike ku Erdogan lîstikên xwe yên desthilatê bi zordestî dike, û li Elmanyayê jî bi pirranî kes dengê xwe lê nake."
Enfal qirkirin e û xelas!
Li ser hewldanên qebûlnekirina berpirsiyariya di qirkirina Kurdan di dema Enfalê û xasma ji ber jehrbarandina bi ser Helebce de ya hikûmetên Elman, Kassem Taher Saleh pirr eşkere dibêje, "Helebce, Enfal qirkirinek, jenosîd bû, xelas. Ez difikirim ku Elmanya aktorek bû. Ez ê ji bo qebûlkirina weke qirkirin a Enfal û kîmyabarana Helebceyê hewl bidim. Hem li nav partiya xwe û hem jî li parlamena federal ez ê vê helwêsta xwe eşkere û xurt nîşan bidim ji bo ku ev wisa bê qebûlkirin û weke qirkirin jî bê binavkirin."
Dengê xwe bidin!
Herî dawî ew bang li hilbijêrên Kurd dike, dibêje dengê xwe bidin, herin ser sindoqan û dengê xwe bidin partiyeke demokratîk, da ku xurtbûna siyaseta rastgir bê sekinandin. Ji bo Kurdên li Sachsen û Dresdenê jî banga wî ya yeksertir heye: "Dengê xwe bidin partiyeke demokratîk. Ji kerema xwe heger hûn li Dresden-Sud li cihê hilbijartinê yê 169´ê bin, herdu dengên xwe bidin Partiya Keskan. Ez li wir namzetê yekser im û li eyaletê di lîsteya Keskan de di rêza 4’an de me. Yanî li ser her dengî navê min jî heye. Lê ya muhim biçin dengê xwe bidin partiyeke demokratîk."