Li Derazorê DAIŞ’î hatin girtin
Yekşem 22 Îlon 2024 - 16:22
- Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Navxwe ya Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê ragihand ku Beşa Ewlehiya Giştî û Hêzên Têkoşîna Dijî Terorê (HAT) roja 15’ê Îlonê operasyonek gundewarê kantona Dêrazorê li dar xistibû.
Di daxuyaniyê Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê de hate diyarkirin ku di encamê operasyonê de 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin. Hate destnîşankirin ku çeteyên hatin girtin, bi rêbazên tirsandin û gefxwarinan pere ji welatiyan distandin.
Li gorî daxuyaniyê, hêzên operasyonê miqdareke çek, alavên peywendiyan û belgeyên kesayetî yên çeteyan desteserkirin. ANHA