Li Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Sîdayê, bi çekên giran derb li leşkerên Tirk ên dagirker hate xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 4 caran bi balafirên şer, 30 caran bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran jî bi obus, hawan, tank û çekên giran bombe kir.”
Li ser çalakiyên gerîlayan HPG´ê kite bi kite got,
Li Zê (Zapê)
1’ê Kanûnê saet di 09:30, 10:30 û 13:30'î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê tîmên me yên bi tevger 3 caran bi çekên giran li dagirkeran dan.
Li Metînayê
1'ê Kanûnê saet di navbera 08:00 û 10:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran 3 caran derb li dagirkeran hate xistin.
BEHDÎNAN