• Bawermendên Xiristiyan, li navçeya Silopiyayê li quntarê Çiyayê Cûdî Cejna Paskalyayê pîroz kirin. 

Bawermendên Xiristiyan, li navçeya Silopiyayê li quntarê Çiyayê Cûdî Cejna Paskalyayê pîroz kirin. 

Li gundê Hesena yê Silopiyaya Şirnexê ku gundê Xiristiyanan e, gelek bawermendên Xiristiyan bi munasebeta Cejna Paskalyayê hatin ba hev û cejna xwe pîroz kirin. Ji bo cejnê, ji şevê din heta niha li gund amadekarî dihatin kirin û bi sedan welatiyan hêkên reng bi reng boyax kirin.

Gelek Xiristiyanên ji gundên derdorê jî li gundê Hesenayê hatin ba hev. Welatiyan hêk, falik û fêkî dan kesên li malan digeriyan. 

Di dema lîstika hevxistina hêkan de dîmenên rengîn derketin holê. Piştre jî xwarinên hatibûn çêkirin li nava gund hatin belavkirin. 

MA/ŞIRNEX