Li Çînê lehî: 62 kes mirin,41 kes jî winda ne

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 10 Tebax 2023 - 01:29

  • Li Pekînê tenê 33 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li Çînê ji ber barana zêde û lehiyê herî kêm 62 kesan jiyana xwe ji dest dan. Tê gotin 41 kes jî winda ne.

Li gorî bîlançoya fermî ya rayedarên Çînê, li Pekînê baraneke ku beriya niha nehatibû dîtin, bariyaye. Hate ragihandin ku di encamê de li Pekînê 33 kesan jiyana xwe ji dest dane, 18 kes jî winda bûne.

Alîkarê Şaredarê Pekînê Xîa Lînmao civîneke çapemeniyê lidar xist û got, “Sersaxiyê ji xizmên kesên ku di dema wezîfeyê de jiyana xwe ji dest dan û ji xizmên qurbaniyan re dixwazim.” Li bakurê welêt, ji ber lehiyê jî bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan. Li eyaleta Hebeî ku cîranê Pekînê ye 15 kesan jiyana xwe ji dest dan, 22 kes jî winda bûn. Li bajarê Jîlîn ê li bakur rojhilatê welêt roja Yekşemê 14 kesan jiyana xwe ji dest dan, kesek jî winda bû.

Hikumetê roja Înê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku meha Tîrmehê ji ber karesatên xwezayî 147 kes mirin an jî winda bûn.

Hefteyên dawî li tevahiya cîhanê gelek fenomenên meteorolojîk û pêla mezin a germê rû dan. Li gorî zanyaran pêwendiya vê yekê bi guhertina avhewayê re heye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.