Li Çînê herî kêm 16 kes mirin

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 26 Îlon 2023 - 00:15

Di kana komirê ya bi navê Shanjîaoshû ya li başûrê rojavayê Çînê şewat derket. Di şewatê de herî kêm 16 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku şewata li kanê roja Yekşemê di saet 08.10’an de derketiye. Rayedarên bajarê Panzhoûyê eşkere kirin ku wan şewat vemirandiye, lê tespît kirine ku herî kêm 16 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li gorî tesbîtên ewil şewat bi kembera barkêşê ketiye û wiha berfireh bûye. Di meha Sibatê de li Moxolistana Hundirîn a li bakurê Çînê, di encama hilweşîna kaneke komirê ya vekirî de 53 kesan jiyana xwe ji dest da bûn. Bi dehan mirov û wesayît di bin erdê de mabûn. Rayedaran qasî bi mehan hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane, eşkere nekir. Hatibû eşkerekirin ku di meha Hezîranê de 53 kesan di vê qezayê de jiyana xwe ji dest dan.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.