Li Çewligê 4 roj bûn agahî ji Denîz Ayaz (35) ê muzîkjeniya dawetan dikir, nedihat girtin pêr li gundê Hecî Çayir yê girêdayî navenda Çewligê cenazeyê wî di hundirê kîsikê çopê de hat dîtin.
Li gorî agahiyan, Ayaz bi guleya sîlehê hatiye kuştin û cenaze ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Welidandin û Nexweşînên Zarokan a Çewligê. Ji bo kujerê Ayaz were dîtin lêpirsîn hat birêvebirin. Têkildarî bûyerê S.A. li Xarpêtê hat binçavkirin. Malbat ji vî kesî bi guman e û ev kes di heman komê de bi Ayaz re li tembûrê dida.
MA/ÇEWLIG