Li benda piştgiriya Kurdan in 

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 2 Sibat 2021 - 03:17

Tamîl Eelam di 4'ê Sibatê de li paytexta Elmanyayê Berlînê li pêşiya Wezareta Karên Derve mîtîngeke girseyî li dar bixe. 

Serokê Meclîsa Gel a Tamîl Eelam li Elmanyayê, Gopalapillai Jeyasangar got, "Çawa ku rejîmên zordar pişta hev digirin, divê gelên bindest jî bi rengekî hevpar têbikoşin." 

Neteweyên Yekbûyî, ji bo darizandina sûcên li dijî mirovahiyê yên di şerê 2008-2009'an de Srî Lankayê li dijî gel û gerîlayên Tamîlê kir, gava destpêkê hefteya derbasbûyî avêtibû. Piştî rapora ku ji aliyê Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ve hate amadekirin, bal çû ser Elmanya, Fransa, Ingilîstan û DYE'yê.

Li dîasporayê bi taybetî Tamîliyên li Elmanyayê, bawer dikin ku rêveberiya Berlînê di vê pêvajoyê de bi roleke girîng rabûye. Serokê Meclîsa Gelê Tamîl Eelam li Elmanyayê Gopalapîllaî Jeyasangar (Sangar) bi bîr xist ku Berlîn a serokê demkî yê Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ye, xwedî mafê gotinê ye.

Dîsa Elmanya bela ye

Gopalapillai Jeyasangar têkildarî helwêsta hêzên navneteweyî ya bi salan a li ser sûcên li Tamîlê wiha rave kir: "Neteweyên Yekbûyî (NY) dema ji bo lêkolînkirina sûcên şer li Srî Lankayê timî 2 salan dirêj kir. Adara bê rûniştina Konseya Mafên Mirovan a NY´yê heye, em dixwazin di wê rûniştinê de NY biryareke nû wergire. Di vir de helwêsta Kanada, Ingilîstan, Elmanyayê diyarker e. Lê belê li gorî agahiyên gihîştin ber destê me, Elmanya piştgiriyê dide rejîma Srî Lankayê û li pêşiya dayina biryareke nû, dibe asteng. Em dixwazin Elmanya vê nêzîkatiya xwe biguherîne û ji bo sûcên şer bên eşkerekirin, pêşiyê li lêkolîneke serbixwe veke û ji bo vê jî meheke me dest bi kampanyayê kir."

Di 4'ê Sibatê de li paytexta Elmanyayê Berlînê li pêşiya Wezareta Karên Derve mîtîngeke girseyî li dar bixe. Gopalapîllaî Jeyasangar xwest, Kurd piştgiriyê bidin xwepêşandana wan: "Piştevaniya gelan gelekî girîng e. Çawa ku rejîmên zordar piştgiriya hev dikin, divê têkoşîna gelên bindest jî hevpar be. Ji ber vê yekê em ê kêfxweş bin ku di têkoşîna xwe de gelê Kurd li gel xwe bibînin."

ANF/BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.