Dewleta Tirk a înkarker û qirker dixwaze bi temamî di qada siyasî de Kurdan tine bike. Bi vê armancê, doh polîsên Tirk êriş birin ser partî, sazî û dezgehên Kurdî û 14 kes kirin binçavan.
Kesên birin nezaretxaneyê ev in: Nûçegihan Hakki Boltan, Rêveberê Rêxistina Bajêr a Amedê ya HDP'ê Edîp Bînbîr, endamê Meclîsa Şaredariya HDP'ê ya Sûrê Omer Fîlîtoglu, endamên Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) Mele Naîf Erdem û Mele Emîn Ay, endamê Sendîkaya Enerji, Sinayî û Madenan a bi ser Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cameweriyê (KESK) Medenî Tutşî, Hevşaredara HDP'ê ya Egîlê ku ji peywirê hatibû girtin Gulîstan Ensarîoglu, rêvebera berê ya HDP'ê ya bajêr Çîgdem Ektî û Mekiye Guzel hatin destgîrkirin.

AMED