Yekîneyên Tolhildanê li Amed û Êlihê li dijî hêzên AKP û MHP’ê, kesên tiryakê difiroşin û îstîsmarkarên zarokan çalakî kirin.
Yekîneyan di daxuyaniya xwe ya nivîskî de gotin, “Em gel, tiştekî ku winda bikin tune, em bi berxwedanê dikarin bi ser bikevin.”
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Delal Amed di daxuyaniya xwe de ragihand:
“29’ê Îlonê li Bagarasiya Amedê TIR’ek û 8 wesayît hatin şewitandin.
1’ê Cotmehê li Mêrg Ehmed a navçeya Sûrê bi bombeyên dengan çalakiyek hat kirin û wesayîta hevkarekî faşîst hate şewitandin.
Li Kaynartepeya Amedê kesekî ku tiryakê difirot û komeke tîryakkêş hatin cezakirin.
2’ê Cotmehê li ser rêya Sento ya Baglara Amedê bi sabotaj û demançeyan li wesayîta zirxî ya Rangerê ya polîsên TEM’ê hate xistin.
Li navçeya Bismilê ya Amedê trafoyeke saziya elektrîkê hate şewitandin.
3’ê Cotmehê li Taxa Konakê ya Farqîna Amedê yekîneyên me yên xweparastinê li wesayîta zirxî ya polîsan da. Yekîneyên me bi bombeyên bi destan hatine amadekirin û demançeyan ev çalakî li dar xist. Du polîs birîndar bûn.
Li Bismila Amedê îstasyoneke telefona destan hate şewitandin.
Li Batmanê jî 4’ê Cotmehê kepçeyeke qeyyûm hat şewitandin.
3’ê Cotmehê li Bahçelîevler a Êlihê kesekî ku zarok tacîz dikir hat cezakirin.

NAVENDA NÛÇEYAN