Dîlgirtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hate şermezarkirin. Li Semsûr, Dersim, Çewlîk, Edene û Mêrsînê çalakî hebûn.
Rêxistinên HDP’ê ya Semsûrê, bi daxuyaniyekê girtina Guven şermezar kir. Ji bo şermezarkirin li ber avahiya HDP'ê ya bajar daxuyanî hat dayîn û endam û rêvebrên HDP'ê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.

Rêxistina HDP’ê ya Dersimê jî girtina Guven li Kolana Hunerê bi daxuyaniyekê şermezar kir û pankarta “Leyla Guven rûmeta me ye” daleqandin.

Rêxistina HDP'ê ya Çewlikê jî bi heman armancê li ber avahiya xwe daxuyaniyek da.

Meclisa Jinan a HDP’ê ya Edenê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), li ber avahiya HDP’ê ya Çûkûrovayê daxuyanî dan û girtina Guven şermezar kirin.
Rêxistina HDP’ê ya Mersînê jî ji bo girtina Leyla Guven daxuyaniyek da û TUHAD-FEDî jî tevlî daxuyaniyê bûn. 


MA/AMED