BOTAN GERMIYANÎ - ROJNEWS/GERMIYAN
Ew ciwanekî Germiyanî bû, lê navê wî Dêrsim bû, şoreşger û gerîlayek azadîxwaz bû. Li cem wî sinor efsane bûn. Li deşta Kerkûkê Mame Rîşe bû, li Çiyayê Şengalê Derwêşê Evdê bû û li çiyayên Botanê jî fermandar Egîd bû. Wî li her dera Kurdistanê li dijî dagirkeran şer û têkoşîn kir.
Em qala Mihemed Ebûbekir dikin ku piştî bû gerîlayekî Kurdistanê navê xwe kir Dêrsim Germiyanî. Ew di sala 1993’an de li bajaroka Rizgarî ya ser bi navçeya Kelar a navenda îdareya Germiyanê hatiye dinê.
Dêrsim Germiyanî li ber çîrokên Enfalê mezin dibe, ku dayîka wî hertim jê re behsa Enfalê dikir. Ji ber ku ew piştî birayekî xwe yê enfalkirî hatibû dinê. Ji bona wê heta mezin dibe ev dagirkerî û zilma dijmin li Kurdan kirî, hertim di hişê wî de dimîne.
Di sala 2008’an de di temenek ciwan de li Başûrê Kurdistanê peywendiya wî bi Rêxistina Ciwanên Welatparêz re çêdibe. Mîna ciwanek çalak û jêhatî dest bi xebat û çalakiyên netewî dike. Bi rêya xwendina pirtûkên Rêber Ocalan doza netewî ya Kurd fam dike û dîroka dagirkeran dizane.
Dêrsim Germiyanî di sala 2012’an de berê xwe dide çiyayên azad ên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla dibe.
Wek fermandarekî vedigere Kerkûkê
Di sala 2014’an de bi destpêkirina êrişên çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Başûrê Kurdistanê re, bi hêzek gerîla ve ji bo parastina xaka Kurdistanê berê xwe dide Kerkûkê. Wek fermandarekî gerîla bi qasî salekê li Kerkûkê dimîne û tevlî piraniya şerên li Kerkûkê dibe heta têkşikandina êrişên DAIŞ’ê li Kerkûkê dimîne.
Di heman salê de di şerên rizgarkirina Telelwerd, Seediye û Celewla de li gel rêhevalên xwe yên gerîla, wek fermandarek jêhatî tevlî dibe. Dêrsim di nava wê gruba yekem de bû ku derbasî nava Celewla bûn û ala reş a çeteyên DAIŞ’ê anîn xwarê û li şûna wê ala Herêma Kurdistan û HPG’ê daliqandin.
Çû hawara Şengalê jî
Piştre dema ku hêzên PDK’ê ji Şengalê derdikevin û çeteyên DAIŞ’ê êrişê ser Şengalê dikin, Dêrsim Germiyanî li gel rêhevalên xwe berê xwe dide Şengalê. Heta rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê dimîne.
Li Şirnexê şehîd bû
Yek ji xeyalên Şehîd Dêrsim ew bû ku here Bakurê Kurdistanê û gelê Bakur nas bike. Her wiha ne dikarî çavê xwe ji êriş û dagirkeriya dewleta Tirk re bigre. Ji bona wê li pey xeyalên xwe dikeve û ji Şengalê wek fermandarek gerîla berê xwe dide çiyayên Bakurê Kurdistanê.
Li devera Şirnex a Botanê li warê fermandar Egîd xebat û têkoşîna xwe berdewam dike. Li wê derê soza tolhildana komkujiyên Dêrsim, Cizîr, Sur û Şirnexê dide û bi ruhê fermandar Egîd di çeperên pêş de heta dawî şer dike.
Di 29’ê Gulana 2016’an de li nêzî Şirnexê di şerekî dijwar li gel artêşa Tirk a dagirker de heta fîşeka xwe ya dawiyê li gel komek hevalên xwe şer dikin û tevli karwanê şehîdan dibin.