- Tevî şehîdbûna Garîbe Gezer jî bêhna dadgerên Tirk fireh nebûye. Lewma Dadgeha Bilind di 29´ê Adara 2023´yan de cezayê ku dadgeha ceza ya Wanê li Garîbe Gezer birrîbû, erê kiriye.
Garîbe Gezer li girtîgeha Kandirayê ya Jinan 9´ê Kanûna 2021´ê bi êşkenceyê hatibû şehîdkirin. Jixwe dîmenên êşkenceyê jî ev yek piştrast kiribûn. Awayên şideta fizîkî û cinsî li dijî Garibe Gezer hatibû bikaranîn.
Niha Dadgeha Bilind a Tirk, piştî şehîdkirina wê bi destê êşkencekarên dewleta Tirk, cezayê muebedê yê girankirî yê ku li Garîbe Gezer beriya şehîdbûna wê hatibû birîn, erê kir.
Di salên 2015’an û 2016’an de li navçeya Mêrdînê Nisêbînê, li dijî êrişên dewleta Tirk ên li dijî xwerêveberiya miletê Kurd, berxwedanê dest pê kir. dewleta Tirk li dijî vê berxwedanê qedexeyên derketina derve ragihandibûn û êrişî navçeyê kiribû. Piştî ku şerê ji ber van êrişên dagirkeriyê bi dawî bû li Nisêbînê, Garîbe Gezer sala 2016’an, dema diçû Kutahyayê, bi rê de hêzên dewleta Tirk ew kirin nezaretê û paşê jê ew girtin.
Dadgehan sûcên qatilên xwe parastin
Garîbe Gezer di 9’ê Kanûna 2021’ê de li Girtîgeha Kandirayê ya Jinan a Tîfa F’yê ji ber êşkenceya bi şideta cinsî û fizîkî şehîd bû. Dewleta Tirk çi qasî hewl da vê rewşê veşêre jî dîmenên ku paşê derketin holê, bi awayekî eşkere nîşan didan ku hêzên dewleta Tirk ên hepsan êşkence li Garîbe Gezer kirine. Gava ku êşkence li Gezer dihat kirin, bi awayekî neheq û bêî delîl, dadgeha Tirk cezayê hepsê yê heta hetayê, yanî muebedê lê birrîbû.
Niha derkete holê ku Daîreya Ceza ya 3’yan a Dadgeha Bilind, cezayê muebeda girankirî ya ku li Gezer hatibû birrîn, erê kiriye.
Doz sala 2016´an hatibû vekirin
Di 4’ê Çileyê 2016’an de bi îdîaya “xerakirina yekitiya dewletê û yekparetiya welat” doz li Garîbe Gezer û 3 kesên din hatibû vekirin. Rûniştinên dozê bi hinceta “ewlehiyê” li Wanê hatin kirin. Dadgeha Cezayê Giran a 2´yemîn a Wanê bi heman îdîayê cezayê muebedê yê girankirî li Garîbe Gezer birrîbû.
Hê pêvajoya dozê didomiya, Garîbe Gezer di 9’ê Kanûna 2021’ê bi êşkenceya bi şideta cinsî û fizîkî li hepsê hat şehîdkirin. Lê tevî şehîdbûna Garîbe Gezer jî bêhna dadgerên Tirk fireh nebûye. Lewma Dadgeha Bilind di 29´ê Adara 2023´yan de cezayê ku dadgeha ceza ya Wanê li Garîbe Gezer birrîbû, erê kiriye.
Parêzeran nerazîbûn nîşan da
Ev rewşa sazî û dezgehên dewleta Tirk a ku piştî mirinê jî bela xwe ji Kurdan venakin, ne ya pêşî ye. Berê di qutiyan de radestkirina malbatan a cenazeyan jî ji karên vê dewletê ne. Tebaxa 2022´yan rayedarên Tirk, li Amedê cenazeyê Hakan Arslan ê ku di berxwedan Sûrê de şehîd bûbû, di qutiyeke di kîsikekî de dabû dest bavê wî.
Parêzerên Gezer nerazîbûn nîşanî biryara Dadgeha Bilind dan û diyar kirin ku tevî ku miwekîla wan hatiye qetilkirin û ne sax e jî erêkirina cezayekî wiha ne li gorî hiqûqê û ne jî li gorî wicdan e û nayê qebûlkirin. Parêzeran got, divê bi awayê hiqûqî jî ev ceza were betalkirin.
STENBOL