Îhsan Erdemcî ku hatibû diyarkirin hatiye revandin kuştî hat dîtin.
Îhsan Erdemcî (55) ku rojek berê ji aliyê kesên nasnameya wan diyar ve li gundê Torik ê navçeya Dihê ya Sertê hatibû revandin, kuştî hat dîtin. Pêr piştî ku Erdemcî ji aliyê 2 kesên nasnameya wan nediyar ve hatibû revandin, malbata wî serî li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Dihê dabû û doh cenazeyê wî li binê darekê hat dîtin. Leşkeran cenazeyê Erdemcî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dihê.
MA/SÊRT