- Girtiyê nexweş Devrîm Ayik (30) ku di Girtîgeha Eskîşehîrê de ye êdî nikare bimeşe. Dayika wî Hulya Ayik, xwest berî ku cenazeyên kurê wê û girtiyên nexweş ên din ji girtîgehê derkevin, gavin bên avêtin.
Li Girtîgeha Eskîşehîr a Tîpa H’yê rewşa girtiyê nexweş Devrîm Ayik (30) giran dibe. Nexweşîna ‘crohn’ê li Ayik peyda bûye û ji ber vê du caran emeliyat bûye. Ji roviyên wî perçe hatine jêkirin. Loma jî divê tedawiya wî bi rêk û pêk bê kirin.
Cardin hat girtin
Ayik, di Cotmeha 2015’an de bi hinceta ”endamtiya rêxistinê” hatiye girtin. Piştî 3 salan hatiye berdan û di 12’ê Çileyê de cardin ji ber heman dosyeyê hatiye girtin.
Ayik, telefonî malbata xwe kir û ragihand ku tenduristiya wî qet nebaş e.
‘Mehek tenê tiştên taştê dixwim’
Ayik gotiye, ji bo biçe nexweşxaneyê bi mehan tê sekinandin û jixwe çûn û hatina nexweşxaneyê jî fena êşkenceyê ye. Her wiha Ayik bi rêya malbata xwe bang li raya giştî kiriye: ”Ji ber nexweşîna xwe nikarim her xwarinê bixwim. Divê bernameya taybet a diyetê hebe, lê îdareya girtîgehê xwarina ku dide girtiyên sax, dide min jî. Ji ber ku nikarim bixwim, mehek tenê tiştên taştê dixwim. Êdî ji taqet ketime. Nexweşîna min cardin giran bûye. Divê komîsyonên serbixwe şert û mercên girtîgehê vekolin.”
Berî ku cenaze derkevin
Diya Devrîm Ayik, Hulya Ayik (48) jî derheqa lawê xwe de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re peyivî. Hulya Ayik dibêje rapora ji sedî 76 a berastengiyê ya kurê wê heye û ji ber nexweşîna roviyan divê 14 rojan carekê derziyan li xwe bixe. Her wiha bi awayekî rêk û pêk bê tedawîkirin û bernameya diyetê pêk bê. Dayik Ayik wiha axivî: ‘’Lê li girtîgehê ev tişt nayên kirin û ji ber vê her diçe rewşa kurê min giran dibe û kurê min li ber mirinê ye.
Demildest divê ji bo girtiyên nexweş gavin bên avêtin û bên berdan. Êdî bes e. Ma dê ev mirov heya kengî êşê bikişînin? Dê heya kengî bên êşkencekirin? Êşkence tenê ne bi feleqeyan e, ruh û laş êşkencê dikişîne.
Em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Berî ku cenazeyên girtiyên nexweş derkevin, divê gavin bên avêtin.” NAVENDA NÛÇEYAN