Kurdistaniyan êrîşên terorî yên Tirk şermezar kirin

Nûçeyên Dîaspora

În 25 Cotmeh 2024 - 16:20

  • Êrîşên dagirkeriya qirker ên dewleta Tirk ên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê, Qadên Parastinê yên Medyayê û Şengalê ji alî Kurdistaniyên li Ewropayê ve hate şermezarkirin. Kurdistaniyan xwestin ku qada hewayî ya Bakur-Rojhilatê Sûriyê were girtin.  Di çalakiyan de  her wiha hate gotin muxatabê çareseriya pirsa Kurd Rêber Abdulah Ocalan e.

Li bajarê Domsheide yê Bremen ê Elmanyayê bi pêşengiya PYD’ê ya Bremenê çalakî hat lidarxistin.

Di daxuyaniya hate di encama êrîşê de di nav wan de zarok jî hebûn herî kêm 13 kes sivîl şehîd bûne û gelek jê jî birîndar bûne.

Di daxuyaniya Defend Kurdistan û Gemeinsam Kampfen de hate gotin divê demildest qada hewayî ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji firînê re bê qedexekirin.

Sûcên şer ên Tirk hate vegotin

Li bajarê Rennes ê Fransayê jî êrîşên dagirkerî û qirkirinê hatin şermezarkirin. Di çalakiya li Place Rêpûblique de bi zimanê Fransî daxuyanî hatin dayîn. Di çalakiyê de sûcên şer ên dewleta Tirk hatin vegotin.

 

 

Peyama berxwedanê hate dayin

Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê hat şermezarkirin.

Kurdistanî û dostên wan li Schlossplatzê li hev civiyan û êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin û peyama berxwedanê dan.

Bijî berxwedana Rojava

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê gel ji bo şermezarkirina bomberbarana dewleta Tirk a li ser Rojava û Şengalê hatin ba hev. Di çalakiyê de bêyî navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin û komkujiya li ser gelê herêmê hat şermezarkirin. Di çalakiyê de belavokên li ser Rojava hatin belavkirin.

Sivîl têne qetilkirin

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava meşek hat lidarxistin. Meşa ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Jîna û Meclîsa Gel a Herêmê ve hat lidarxistin, li Qada Luisenplatzê veguheriya mîtîngê

Di daxuyaniyê de hate gotin ji ber hêza leşkerên desthilata AKP-MHP’ê nagihêje şervanên Kurd, êrîşî sivîlan dikin û ani ziman ku yên li Rojava hatin qetilkirin bi giranî sivîl in.

Polîsên Elman nasnameya ciwanên dirûşma "Bijî Serok Apo" berz dikin kontrol kirin û bi hinceta "qedexe ye" cezayê pereyan li wan birî.

Banga geşkirina berxwedanê

Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk li bajarê Essen ê Elmanyayê hat şermezarkirin. Kurdistanî ji bo şermezarkirina êrîşan li Gara Trênê li hev civiyan û peyama ku muxatab Rêber Apo ye dan.

Di çalakiyê de bang li her kesî hat kirin ku li dijî êrîşan dengê xwe bilind bikin.

Divê qada navnetewî bihistyar be

Li Qada Hauptwache yê bajarê Frankfurt ê Elmanyayê êrîşên dagirkerî û qirkirinê hatin şermezarkirin.

Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku divê civaka navneteweyî li hemberî êrîşan bêhtir bi hestyar bin.

Bêdengî hate şermezarkirin

Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê jî, li dijî êrîşên nijadkujiyê yên ku dewleta Tirk a dagirker li Rojava û Bakurê Sûriyeyê li ser qadên jiyanas sivîlan pêk tîne mîtîngek hat lidarxistin.

Ramazan Mêrdîn li ser navê TCŞ'ê axivî, bal kişande ser bêdengiya qada navnetewî ya li bara êrîşan û got,"Divê em têkoşînê geş bikin û divê her der bibe Rojava her der bibe berxwedan.’’

Broşur hatin belavkirin

Li bajarê Elmanyayê Saarbruckenê li dijî êrîşên dagirkeriyê mîtînga protestoyê hat lidarxistin.

Mîtîng li pêşiya Europa Galerie hat kirin. Di çalakiyê deêrîşên nijadkujiyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdistanê hatin protestokirin û broşur hatin belavkirin.

Qada hewayî bigirin

Her wiha li bajarên Zurih, Winterthur, Basel, Biel, Luzern û Bellinzona ên Swîsreyê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyan hate protestokirin.

Di çalakiyan de bang li Kurdistaniyan hate kirin ku êrîşên dagirkeriya qirker protest bikin û bêdengiya qada navnetewî ya li bara êrîşan hate şermezarkirin. Her wiha banga li Koalîsyona Dijî DAIŞ’ê ya Navnetewî û Rûsyayê hate kirin ku qada hewayî ya Bakur-Rojhilatê Sûriyê were girtin. ANF

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.