- Ciwan û çalakvanên Herêma Biradostê nerazîbûna xwe li dijî siyaseta şerxwaz nîşan da û PDK hişyar kir ku sîlehên ew kom dike wê li dijî Kurdistanê bên bikaranîn.
Ciwan û çalakvanên Herêma Biradostê nerazîbûna xwe li dijî siyaseta şerxwaz nîşan da û diyar kir ku divê PDK bizane, çekên ku ew kom dike, dijmin wê ji bo dagirkirina xaka Kurdistanê bi kar bînin. Çalakvanan bang li PDK û PKK’ê kir da ku pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin.
Nerazîbûna ji siyaseta şerxwaz ya PDK’ê li nav xelkê Başûrê Kurdistanê zêde dibe. Di vê çarçoveyê de çalakvan û ciwanên Herêma Biradostê li dijî siyaseta şerxwaz daxuyaniyeke nivîskî belavkirin.
Wan got, dijmin dixwaze PKK û PDK’ê bi hev bixe û ev jî gelek metirsîdar e, ji bilî şehîdbûna ciwanên Kurd şer wê bi xwe re malwêraniya xakê bîne: “PDK hêz û çekên giran ji welatên weke Tirkiyeyê re kom dike. Divê em hemû bizanin, ev çek wê bibin belaya her du partiyan jî û wê di dagirkirina dijmin a ji bo xaka Başûr de jî werin bikaranîn.”
Di dawiya daxuyaniyê de li ser navê xelkê Biradostê bang li berpirsên PDK û PKK’ê hate kirin da ku pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin û berê xwe nedin şer.
HEWLÊR