Li Sêrtê, dikandar Cemîl Taşkesen gava Seroka Giştî ya partiya neteweperest ÎYÎ Partî Meral Akşener çû serdana wî, got, "Ev der Kurdistan e". Piştî wê doh berê sibehê polêsên delweta Tirk a dagirker Cemîl Taşkesen kirin nezaretê.

Meral Akşener 28'ê Cotmehê çû bajarê Bakurê Kurdistanê Sêrtê. Dikandar Cemîl Taşkesen di dema vê serdanê de got, "Zimanê me tê înkarkirin, nasnameya me tê înkarkirin, Kurdistan tê înkarkirin. Em li dijî vê ne. Cihê ku hûn niha lê ne Kurdistan e, lê belê li Meclîsê Kurdistan tê înkarkirin."
Rojek jî di ser gotinên wî re nebihurî, bi hinceta ku ketiye ber lêpirsînê, polêsên dewleta Tirk Cemîl Taşkesen kirin nezaretê.

Midûriyeta Polêsên dagirker dibêje, bi gotinên xwe yên weke "Ev der Kurdistan e" Cemîl Taşkesen "Propaganda rêxistinê kiriye" û Serdozgeriya Komarê ya Misricê ew xistiye ber ve lêpirsînê. 

Li ser înternetê û gelek platformên medya dîjîtal dîmenên van gotinên Cemîl Taşkesen ji Meral Akşener re belav kirin. Piştî belavbûna nûçeya li ser kirina nezaretê ya Cemîl Taşkesen li ser van medyayên dîjîtal kampanyayên ji bo serbestkirina wî hatin destpêkirin.  

SÊRT