Kurdan li her derî li meydanan komplo rûreş kir Bêbextî naçe serî!
Duşem 11 Cotmeh 2021 - 01:44
- Li seranserê Ewrûpayê ji bo rûreşkirina komploya Navneteweyî ya 9´ê Cotmehê çalakî hatin lidarxistin. Meşa ciwanên Kurd a sê rojan jî li Atînayê bi vê peyamê bi dawî bû: Berxwedana me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me bidome!
Bêbextiya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û miletê Kurd a 9´ê Cotmehê li seranserê Kurdistanê û li tevahiya deverên Kurd li wan hene bi çalakiyan hat rûreşkirin. Kurdan û dostên wan di salvegera 23´yan a komployê de peyama "Bêbextî wê neçe serî" da. Çalakî nexasim li gelek bajarên Elmanya, Fransa, Skandînavya, Îtalya, Yewnanistanê û gelek deverên din hatin lidarxistin.
BERLÎN: Bi banga TJK-E û pêşengiya Meclîsa Jinê Dest-Danê li paytexta Elmanyayê meşek hat lidarxistin. Hevserokê Fed Kurdê Kerem Gok got, "Rêber Apo gava hat girtin, tesbît kir ku dewleta Tirk ne cenderme, ne jî qereqol e, ew tenê gardiyan e."
DUSSELDORF: Li vî bajarê Elmanyayê li ber gara trênê ya navendî bi sedan kes civiyan û komplo rûreş kirin. Li ser navê TJK-E´yê Nursel Aydogan got, azadiya Rêber Ocalan wê bibe azadiya jinan û miletan.
DARMSTADT: Li vî bajarî, Kurdên ji Mainz, Mannheim, Frankfurt û Giessenê jî bi giştî 2 hezar kesan komplo rûreş kir. Parlamenterê berê yê HDP´ê Faysal Sariyildiz li vir peyivî û got, “Bêbextiya li dijî Rêbertiyê negihişt armanca xwe, ji ber wê dijmin li her dervî êriş dike. Bila dijmin vê baş bizane, ew ê di şerê li dijî Kurdan de ti carî bi ser nekeve. Ew ê bi ti awayî bi ser nekeve."
MUNCHEN: Li meydanan Georg-freuendorfer-Platzê Kurd û dostên wan civiyan. Wan bêbextî rûreş kir û xwest tecrîkirina Rêber Ocalan tavilê bê bidawîkirin.
STUTTGART: Li vî bajarê Elmanyayê jî komplo bi meşekê hat şermezarkirin. Hevseroka KON-MED´ê Zubeyde Zumrut got, “Gelê Kurd wê bi têkoşîna xwe tecrîdê bişikîne. Em piştrast in jê ku em ê Rêbe Apo azad bikin."
HAMBURG: Li vî bajarê bakurê Elmanyayê meşeke protestoyî li semta Gansemarktê dest pê kir. Kurdên li Kiel, Bremen û Oldenbûrgê jî tevlî meşê bûn. Hevserokê FED-DEM’ê Latîf Serhat diyar kir ku komplo çi qasî kûr be jî wê berxwedana li hemberî komployê jî wisa xurt be. Serhat got, “Divê heyeteke CPT’ê biçe Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinekê bike.”
SAARBRUCKEN: Kurd û dostên wan li pêşiya Europa Galeriayê kom bûn û bêbextî rûreş kir û peyama bêbextî wê neçe serî dan.
HANNOVER: Bi pêşengiya TJK-E´yî bi sedan Kurd û dostên wan bi meşekê komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir. Hevseroka FED-DEM’ê Heval Sebahat di çalakiyê de got “Em careke din eşkere dikin, komploger wê têk biçin, berxweder wê bi ser bikevin.”
STRASBOURG: Li bajarê Fransayê Strasbourgê Kurd û dostên wan kom bûn û welatên bûne hevkarên komployê weke avakarên pergala êşkenceyê ya li Îmraliyê bi navkirin.
RENNES: Kurdên li vî bajarê Fransayê û derdora wê, li meydana Place du Colombierê kom bûn û ji vir dest bi meşê kirin. Li meydana Rebupliqueyê jî mîtîngek lidarxistin. Qisekeran got, “Heta ku Rêber Abdullah Ocalan azad nebe û zindan neyên valakirin, em ê li her derê li ber xwe bidin.”
STOCKHOLM: Li Paytexta Swêdê jî Kurdan û dostên wan bi meşekê bêbextiya mezin rûreş kir. Meş bi pêşengtiya NCDK-S û Meclîsa Jinên Amara hate lidarxistin. Li meydana mîtîngê jî hevserokê NCDK-Skandînavyayê Hemîd Bîten axivî û got, "Em vê roja reş şermezar û lanet dikin, ji vir Îmraliyê silav û berxwedana gerîllayên me yên di çeperên şer de silav dikin."
KOPENHAG: Kurd û dostên wan li meydana Vestrebros Torvê hatin ba hev û heta qada Nytrovê meşiyan û mîtîngek li dar xistin. Berdevkê NCDK’ê Kek Îbo û Berdevka Meclîsa Jinan a Sêvê Hozan Fîgen gotin, bi berxwedana li hemberî komployê, gelê Kurd xwedî li Rêbertiya xwe derdikeve.
OSLO: Kurd û dostên wan li rêya Karl Yohan a ku rêya herî qelebalix e dezgeh danîn û derbarê Ocalan de belavok û pirtûk belav kirin.
MÎLANO: Li vî bajarê bakurê Îtalyayê li ser banga Komîteya Kurdan, meşek hate lidarxistin. Partî, sendîka û rêxistinên ciwanan tevlî meşê bûn. Girse li Meydana San Babîlayê kom bû û heta Meydana Scalayê meşiya. Di meşê de nûnerên saziyan komplo şermezar kir û got, heta tecrîdkirina Rêberê Ocalan bi dawî bibe, ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
AMSTERDAM: Li vî bajarê Hollandayê jî komploya navneteweyî ya li ser Rêber Ocalan bi meşekê hate şermezarkirin. Meşê li Meydana Jonas Dainel Meijerpleinê dest pê kir û bi mîtînga li Meydana Museumpleinê bi dawî bû.
LÎMASOL: Li vî bajarê Qibrisê Kurd li Navenda Çanda Kurdan a Theofîlosê kom bûn û komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê şermezar kirin. Li ser navê komîsyona perwerdehiyê Mehmet Ûcaş got, ji bo azadîya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ew ê têkoşîna xwe geş bikin.
Heta Ocalan fizîkî azad bibe
Li paytexta Yewnanistanê Atînayê, ciwanên Kurd li hemberî komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşeke girseyî dabûn destpêkirin. Meş di roja 3’an de bi dawî bû.
Meşê li Lavrîoyê dest pê kiribû. Bi sedan Kurd, Yewnan û şoreşgerên înternasyonalîst li Akademiayê hatin ba hev û ber bi konsolosxaneya Tirk ve meşiyan. Çalakgeran sloganên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bimire komplo’, û ‘Tirkiyeya terorîst’ hatin pêşiya konsolosxaneya Tirk û daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Li ser navê çalakgeran siyasetvan Huseyîn Arasan komplo şermezar kir û got, “Ev komplo di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd hatiye kirin. Berxwedana me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me bidome.”
NAVENDA NÛÇEYAN