Kurd wê bi ya we nekin

Sêşem 19 Îlon 2023 - 14:04

Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogûllari de ya ku ji ber delîl li dijî ûsûlê hatine komkirin, hemû biryar hatin xerakirin ji Dadgeha Îstînafê vegeriyan, hemû daxwazên parêzeran ên beriya niha hatibûn pêşkêşkirin jî dîsa hatin redkirin.

7 ferdên Malbata Dedeogûllari beriya bên qetil kirin, li navçeya Meram a Konyayê rastî êrişa nijadperest a malbatên Keleş û Çalik hatibûn di 12’ê Gulana 2021’ê de hatibûn. Malbat tevî vê êrişê jî ji aliyê polêsên Tirk ve nehatibû parastin. Di 30’ê Tîrmeha heman salê de Mehmet Altûn 7 nefsên malbatê qetil kiribûn. Biryara doza êrişê ku li Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê ya 8’emîn hatibû dayîn, Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Konyayê ya 1’emîn jî ew xera kir. Danişîna 2’yemîn a doza piştî biryara xerakirinê, li Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê ya 8’emîn pêk hat. Parlamenterê Partiya Çep a Kesk Alî Bozan, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û xizmên malbatê di rûniştinê de hazir bûn amade bûn.

Di dozê de Alî Keleş, Îbrahîm Keleş, Velî Keleş, Alî Keleş, Lutfî Keleş, Yahya Çalik, Alî Çalik û Ramazan Çalik bi hinceta “destnedayîna avahiyê binpê kirine” , “hewl dane mirovan bikujin” , “zirar dane mal û milk” û “mirov birîndar kirine” tên dadgehkirin. Ev sûcdar hemû jî serbest in. 
Di rûniştina dozê de ewilî parêzer Atîlla Kart got, sedema xerakirina biryaran, delîlên li dijî usûlê komkirî ne: “Ma cidînebûneke wiha ya hiqûqî dibe? Piştî ku biryar hatin xerakirin, em we vedixwînin ku hûn peywîra xwe pêk bînin.”

Pişt re parêzer Sîpan Cîzrelî daxwazên beriya xerakirina biryaran, rêz kirin.

Dadgehê biryar da ku qedexeya derketina derveyî welat a li ser Alî Keleş, Îbrahîm Keleş, Velî Keleş, Alî Keleş, Lutfî Keleş, Yahya Çalik, Alî Çalik û Ramazan Çalik dewam bike û li polês Îlyas Boztaş û Serdozgerê Komarê Alî Ogûtçû weke şahid bê guhdarîkirin. Dadgehê daxwaza parêzeran a zêdekirina axaftina di navbera tetîkkêş Mehmet Altûn û personelê 112’ê de li dosyayê, red kir û danişîn taloqî 18’ê Çile kir.

Piştî danişînê Malbata Dedeogûllari, parêzerên malbatê û parlamenterê Partiya Çep a Kesk Alî Bozan li ber mala ku malbat lê hate qetilkirin û veguherandine muzeya şermê, daxuyanî da çapemeniyê. 

Beriya daxuyaniyê Bozan û yekane ferdê Malbata Dedeogûllari Çetîn Dedeogûllari yê sax mayî, bi şaneşîna malê ve pankarta wêneyên ferdên malbatê tevî nivîsa “Kurdan bi ya we kir?” daliqandin.

Bozan got, “Li vê malê li ber çavan komkujiyek pêk hat. Ev komkujî li dijî Kurdan bû. Feraseta digot, ‘Kurdan bi ya me kir’ hêj jî didome. Ji Malbata Dedeogûllari 7 kes li ber çavan hatin qetilkirin. Em vê komkujiyê ji bîr nakin, nadin jibîrkirin.”

Parêzer Atîlla Kart got, ji ber ku di êrişê de delîl bi destê dewletê ji holê hatin rakirin, komkujî pêk hat: “Kurd bi ya we nakin. Dê meşa xwe ya heq, hiqûq û edaletê bidomînin. 7 mirovên jiyana xwe ji dest dan, li gorî me şehîdên demokrasiyê ne. Kurd heta ku heq, hiqûq, edalet, hiqûqa hemwelatiya wekhev ava bikin, dê têkoşîna xwe bidomînin.”

KONYA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.