• Hevjîna Tahîr Elçî, Turkan Elçî: Ji bo em li vî welatî di nava xweşî û ewlehiyê de bijîn, divê berpirsiyar werin cezakirin.

Rûniştina 2'yê a doza qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî doh li Amedê bi rê ve çû. Elçî di 28’ê Mijdara 2015’an de piştî daxuyaniyê li ber Minareya Çarling a Sûrê hatibû qetilkiin. 

Hevjîna Tahîr Elçî, Turkan Elçî di rûniştina dozê de axivî û got, “Ji bo em li vî welatî di nava xweşî û ewlehiyê de bijîn, divê berpirsiyar werin cezakirin.”
Cîgirê Serokê Koma CHP’ê Ozgur Ozel jî doh tevlî rûniûtina dozê bû qala berpirsyariya dewletê kir û bang lê kir da ku berpirsiyar hemû derkevin holê. 
Hevjîna Tahir Elçî got, Tahîr Elçî serokê baroya bajarekî mezin bû ku tevahiya jiyana xwe di ber têkoşîna mafê mirovan de serf kiriye û wê kêliyê hat qetilkirin ku ew xwedî li nirxên civakî û çandî derdiket.

Elçî got, ew dixwaze kujer ango berpirsiyar werin dîtin û berpirsiyar werin cezakirin. Doz wê dewam bike.

AMED