Bi tevlêbûna bi sedan kesî li Tebqayê, Kongreya 1'ê ya Desteya Perwerdehiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir.
Bi sedan mamoste û hevserokên komîteyên perwerdeyê yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha hevserokê Desteya Perwerdeyê, hevserokê
Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endamên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) tevlî kongreyê bûn.
Di destpêkê de hevserokên Desteya Perwerdeyê Kewser Doko û Receb El-Muşrif xêrhatin li beşdaran kir û kongre li wan pîroz kir.
Receb El-Muşrif berxwedana şehîdan silav kir û got, tişta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê diqewime, xwesteka jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên herêmê de nîşan dide.
El-Muşrif anî ziman ku di şert û mercên dijwar de û nebûna derfetên rastîn ên destpêkirina pêvajoya perwerdeyê, ji avahiyên dibistanan, pirtûk, pisporên perwerdeyê û îdarî, ew neçar man ku xwe bispêrin derfetên heyî yên rêveberiyê.
Gava nûçeya me dihat amadekirin, xebatên kongreyê bi nîqaşa li ser rewşa perwerdeya li herêmê û zehmetiyên wê, dewam dikir.
TEBQA