Konferansa Enternasyonala Kurd li bajarê Kolnê ya Elmanya pêk hat. Şoşereşger, femînîst û ekolojîstên ji her çar aliyê cîhanê li Kolnê hatin ba hev.

180 kes tevlî konferansê bûn. Di rûniştina roja yekem de berxwedaniya Kurdistanê hate nirxandin û dirûşmeya parastin û xwedîderketina li berxwedana ku li Kurdistanê heye derket pêş. Her wiha di roja yekemîn a konferansê de li ser mijarên “Esas girtina ruhê piştewanî û xebata kolektîf û rehendê berxwedanê, em dikarin ji bo Kurdistanê çi bikin? Nirxandina rewşa siyasî û rêxistinbûyînên li Kurdistanê, pêşketinên siyasî yên di asta cîhan, Rojhilata Navîn û Elmanyayê, kampanya, çalakî û piştevanî” peyivîn.

Roja duduyan jî ku doh bû, Di konferansê de jî li ser “Emê çawa bikarin Însiyatîfa Konfedralîzma Demokratîk damezrînin û paradîgmaya Konfedralîzma Demokratîk ava bikin” axivîn.  KOLN