- Dewleta Tirk ji malbeteke 3 jê zarok 4 kes qetil kirin. Siyasetvanê Kurd Salih Muslîm got, cihê ku hikumeta Şamê û Rûsya lê ne, ev sivîl hatin qetilkirin loma ji vê komkujiyê ew jî berpirsiyar in.
Êrişên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Dewleta Tirk a dagirker li gundekî Eyn Îsayê ji heman malbatê zarok jî di nav de 4 kes qetil kirin. Beriya hefteyekê jî li Konya ya Tirkiyê di êrişa nîjadperest de 7 endamên ji heman malbatê hatibûn qetilkirin.
Li gorî nûçeya ANHA’yê navê 4 endamên malbatê wiha ne: “Zeyd Xelef El-Îsa (54) û zarokên wî Ziyad, Mûne û Hûda”. Dayik û zarokeke din jî bi giranî birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyeke bajarê Reqayê.
Her wiha dewleta Tirk gundê Derdare ya Til Temirê jî bombe dike. Di encama vê topbaran û hewanan a li ser gund de, ziyanên madî pêk hatiye. Di êrîşa 2’yê Tebaxê ya li ser bejahiya Til Temirê de jî, jinek û zarokek birîndar bûbûn.
Şam û Rûsya jî berbirsyar in
Siyasetvanê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Salih Muslim jî derbarê vê komkujiyê de peyivî û got: “Li her cihî bi armanca pêkanîna jenosîdê, komkujî pêk tên. Divê gelê me hemû heydar be.”
Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim bang li dewletên navneteweyî kir ku tedbîran bigirin û got: “Erdogan ji Hîtler xerabtir bûye. Divê rê li van êrişan bê girtin.”
Salih Muslim ku ji ANHA’yê re axivî, got hikumeta Şamê û Rûsya ji komkujiya li Eyn Îsayê berpirsiyar in.
Dewleta Tirk har bûye
Salih Muslim wiha peyivî: ‘’Li ber çavên cîhanê vekirî ev hovîtî pêk tê. Li dijî berxwedana gelê Kurd asta êrişan xurtir bûye. Dewleta Tirk har bûye û li her cihî êriş dike. Heman komkujî li Konyayê jî pêk anîn. Ev komkujî bi armanca jenosîdê tên kirin. Em hêvî dikin ku gelê me hişyar be. Ji berxwedanê pê ve tu rê li pêşiya gelan nema ye.
Di şer, dîplomasî, aborî, siyasetê de şikestî ye. Êrişên wan li ser sivîlan li her cihî pêş ketine. Ji ber wê em nizanin wê dewleta Tirk çi bike. Divê gelên me hemû hayedar bin. Rexmî ku dewletan garantiya agirbestê dabûn, lê hîn jî êrişên wan nasekinin û sivîl tên qetilkirin. Ev dijminê gelan ne tenê sivîlan qetil dikin, heta êrişî gorên şehîdan dikin. Dewletên navneteweyî li dijî vê hovîtiya dewleta Tirk tenê daxuyaniyên şermezarkirinê didin. Ev ne bes e, tiştên din ji wan tê xwestin. Divê dewletên navneteweyî tedbîran bigirin. Dewleta Tirk ji Hîtler xerabtir kiriye. Divê pêşî lê bê girtin.
Dewleta Tirk nedan sekinandin
Cihê ku hikumeta Şamê û Rûsya lê ne, ev sivîl hatin qetilkirin. Rexmî ku ji bo kontrolkirina agirbestê ev hêz li wir in, lê belê heya niha gelê herêmê ji van komkujiyan neparastine û dewleta Tirk nedane sekinandin. Ji ber wê jî hikumeta Şamê û Rûsya berpirsên van komkujiyan in. Heya niha tu helwest ji aliyê wan hêzan ve nehatine nîşandan. Encax li dijî van êrişan em xweparastina xwe xurt bikin.” NAVENDA NÛÇEYAN