Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya meha Îlonê eşkere kir. DFG ragihand meha Îlonê lêpirsîn li ser 6 rojnamevan hatiye destpêkirin, li ser 7 rojnamevanan doz hatiye vekirin, 27 sal û 3 meh cezayê hepsê dane 6 rojnamevanan. Her wiha ew agahî jî hatin dayîn: ’’Di 22 dosyayan de darizandina 50 rojnemevanan didome, li girtîgehê mafê 2 rojnevaman hatiye binpêkirin, cezayê îlan reklamê heta bi 100 rojî li 3 rojnameyan hatiye birîn, RTUK'ê ceza daye 7 qenalan, 28 jê yên nûçeyan, 37 malper hatine astengkirin, 7 rojnamevan ji kar hatine derxistin.’’

AMED