Koçberên Efrînî yên li Şehbayê dimînin, ji dijî ambargoya hikumeta Şamê daketin qadan.

Li dijî ambargoya ku hikumeta Şamê ferz kiriye û qedexeya derbaskirina dermanan û veguhastina nexweşan ji Helebê re, bi sedan şêniyên herêma Efrînê di nav de bijîşk, hermşîre û endamên Heyva Sor a Kurd û xebatkarên tenduristiyê xwepêşandanek li gundê Wehşiyê li dar xist. Koçberan ber bi baregeha Rûsya ya li gund ve meşiyan.

Piştre şandeya ji 3 kesan; ji qada tenduristiyê Hêvîn Hisên, Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Efrînê Mihemed Nûr Şebab û endamê rêveber ê Nexweşxaneya Avrîn Dr. Osman Şêx Îsa raporên tenduristî yên mirina 4 welatiyan di nav de 3 zarok radestî aliyê Rûsî kirin û saetekê bi efserê Rûsî re nîqaş kir.

Soz dane

Di wê navberê de Desteya Tenduristiyê daxuyaniyek bi zimanên Erebî û Kurdî da, daxuyanî ji hêla endamên tenduristiyê Talet Welo û Bankîn Çerko ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de ambargoya ku hikumeta Şamê li ser herêmê ferz kiriye, xemsariya Hevya Sor a Sûriyê ya ku bû sedema mirina 4 nexweşan û bêdengiya rêxistina mirovî ya li hemberî vê yekê hate şermezarkirin.

Di dawiyê de sersaxî ji malbata Ciwana Hisên, Aya Hemo, Mihemed Emîn Kor Hemdo, Mihemed Hesen Mûsa re yên ji ber ambargoyê jiyana xwe ji dest dan, hate xwestin.

Piştî daxuyanî hat xwendin, şandeyê ji şêniyan re eşkere kir ku hêzên Rûsyayê soz dane ku dê bihêlin erebeya ambulansê ya taybet bi Nexweşxaneya Efrînê nexweşan veguhêze nexweşxanên Helebê û dê bihêlin derman derbasî herêmê bibin.  ANHA/ŞEHBA