KNK: Li dijî êrîşên ser Kurdî em rabin ser piyan

Çarşem 25 Îlon 2024 - 16:10

  • Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeya KNK’ê dijî êrîşên bi dijminatî yên li ser Kurdî û hemû nirxên Kurdatiyê bang li rêxistinên siyasî, tevger, sazî, dem û dezgehên, sîvîl, pîşeyî, olî, civakî, rewşenbîr, akademîsyen, nivîskaran re kir ku rabin ser xwe.

Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser zimanê Kurdî banga helwesta girseyî kir.
KNK’ê di daxuyaniya xwe de got, “Her weke tê zanîn, dewleta Tirka faşîst û dagirker, van rojên dawî bi şêweyeke hovane û bênavber erîşan dibe ser bikaranîn, perwerde, fêrkirina zimanê Kurdî.”

Ji ber nerazîbûna qels man…
KNK’ê got, ji ber ku li dijî van êrîşan nerazîbûnên têr û tijî nehatin nîşandan, dewleta Tirk a faşîst dagirker dersxaneyên ku tê de dersên fêrkirina Kurdî dihatin dayin bi rêbaza venêrînan kirin tengasiyê û ji bo girtina van dersxaneyan li hincetan geriyan.

Li hincetan digerin
Di daxuyaniya KNK’ê de hate gotin, “Wan rojên dawî şaredariyên ku baxçeyê zarokan dabûn vekirin û nivîsên baldarbûnê yên hatûçûyê, yên wekî ‘Pêşiyê Peya’ ji alî çeteyên wan ên fermî û nepenî ve hatin jêbirin û bi lêpirsînên reveberî re rû bi rû man. Niha jî pişkînerên dewleta faşîst a AKP û MHP’ê di şaredariyên Amed, Wan û bajarên din de venêrînan dikin û ji bo lêpirsîn vekirinê li hincetan digerin.’’

Dijminatiya xwe nîşan da
KNK’ê bi domdarî wiha got:’’Doh serê sibehê êrîş birin ser avahiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER) û pîrtûkfiroş PAYÎZ PIRTÛK’ê û piştî re jî avêtin li ser malên rêveber û mamosteyên MED-DER’ê û xebatkarên PAYÎZ PÎRTÛK’ê û tevî hevserok, rêveber û mamostayên MED-DER’ê gelek ji wan hatin desteserkirin. Gelek pirtûk û kovar yên bi zimanê Kurdî jî weke alavên tawanbarkirinê bi xwe re birin. Li Îzmîrê jî rêvebera Jin Art Hunerê hat derdestkirin.
Dewleta Tirk a mêtingera faşîsta AKP û MHP’ê, carek din dijminatiya xwe ya li hemberî ziman, çand, wêje, dîrok û hunera Kurdî nîşanî gelê Kurd da û hemû nirxên Kurdayetiyê binpê kir.

Banga çalakiyên girseyî
Ji ber van egeran em bang li hemû rêxistinên siyasî, tevger, sazî, dem û dezgehên, sîvîl, pîşeyî, olî, civakî, rewşenbîr, akademîsyen, nivîskar û welatperwerên Kurdistanî, dikin ku bi hevdû re û bi yekdengî li hemberî van êrîşên hovaneyên nîjadperest, ên dewleta AKP û MHPê bertekên xurtên bi girseyî nîşan bidin û li van nirxên me yên bingehîn xwedî derkevîn.’’ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.