• Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkilî qetilkirina endamê KNK'ê Denîz Cevdet Bulbun (Denîz Hêvî) de daxuyaniyek weşand û xwest ku kujerê sereke yê Denîz Bulbun were dîtin û cezakirin. KNK’ê êrîşên Tirk ên li ser Başûr bi bîr xist û got ewlehiya jiyanê li Başûr nemaye.

Endamê KNK’ê Denîz Cevdet Bulbun (Denîz Hêvî) 18'ê Îlona 2023'an de li ofîsa KNK'ê ya li Hewlêrê hatibû qetilkirin. KNK’ê cezakirina 2 kesan bi tawana kuştinê û sîxuriyê û yasaya dij-terorê ya bi 27 sal cezayê girtîgehê weke ‘’destpêkek baş’’ nirxand lê xwest ku kujerê sereke jî were girtin û cezakirin û got,’’Erkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dezgehên ewlekarî ye ku asayîşa çalakvan û azadîxwazên parçeyên Kurdistanê biparêzin, kujer û sîxuran bibînin û wan radestî dadgehê bikin."
KNK’ê bi domdarî êrîşên dagirkeriya Tirk yên li ser sivîl, rojnamevan bi bîr xist û got,’’Teror jî bûye haletekî diyardeyek û rojane xelkê sivîl, jin, zarok û rojnamevanan bi armanc digirin. Ti kesekî azadîxwaz û dijî dagirkerîyê ji jiyana xwe ne bawer e. 
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bang li saziyên fermî yên Iraqa Federal û Herêma Kurdistanê dike ku erkên xwe yên destûrî û yasayî yên li hember ax û gel pêk bînin û bi komployên dewletên dagirker re hevkariyê nekin û li dijî dagîrkerîyê rawestin.’’
Careke din ruhê şehîd Denîzê xebatkarê tevgera azadîyê, xizmetkarê çand û zimanê Kurdî şad be. Weke her car jî em ê ji bo rêkarwanê te bi wefa bin ê heta kujer û alîkarên wan bên ceza kirin, li xebata xwe berdewam dibin û vê dozê bi zindî bihêlîn." ANF