Konseya Rêveber a KNK'ê li ser koça dawî ya dîroknas Dr. Kemal Mezher daxuyaniyek da û sersaxî ji malbata wî û gelê Kurdistanê re xwest.
KNK'ê ragihand ku 16'ê Adara 2021'ê akademîsyen, dîroknas Dr. Kemal Ehmed di 84 saliya xwe de li nexweşxaneyeke li bajarê Bonnê yê Elmanyayê çûye ser dilovaniya xwe.
Li ser kesayeta Dr. Kemal Ehmed jî hate gotin, "Kesekî niştimanperwer, rewşenbîr, akademîsyen û dîroknasekî berhemdar bû. Wî xizmeteke mezin ji dîrok, ziman, rewşenbîrî û pirtûkxaneya Kurdî re kir."
KNK'ê diyar kir ku Dr. Kemal Ehmed ku di heman demê de mamosteyekî zanîngehê bû, bi sedan xwendekar, bi taybetî jî li Bexdayê gelek xwendekarên Kurd gihandine.
NAVENDA NÛÇEYAN