Konseya Rêveber a KNK'ê diyar kir ku bi veguhastina hêzên çekdar ên PDK'ê li herêma Garê rewş gihîştiye radeyeke metirsîdar û banga diyalogê li her aliyên Kurdî kir.
KNK'ê li ser vê aloziya li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek weşand û tê de qala hewldanên dewleta Tirk dike û dibêje, dixwaze hêzên Kurdan bera hev bide. Herweha qala dagirkeriya dewleta Tirk a eskerî û ne eskerî li Başûr tê kirin û tê gotin: Di demeke welê hesas de hêzên çekdar ên PDK'ê li herêma Garê ketin nava liv û tevgerê û ber bi nuqteyên gerîla ve çûn. Li devera Garê, van çend rojên dawî rewş gihîştiye radeyeke gelekî metirsîdar û di her kêliyê de dikare bibe sedema şerekî nava hêzên Kurdî. Şerekî bi vî rengî karesateke mezin û malwêraniyê bi xwe re tîne.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Banga rayedarên KCK'ê, bi taybetî bang û hişyariyên Birêz Mûrat Karayilan, di cihê xwe de bûn ku banga diyalogê hate kirin. Kongeya Neteweyî ya Kurdistanê, nirxekî mezin dide vê helwesta diyalogê. Em heman helwestê ji rayedarên PDK'ê jî hêvî dikin.
KNK bang li PDK û PKK'ê dike ku bi çi rengî rê nedin rewşeke wiha rû bide û zûtirîn demê de, bi rêya dialogê çareseryekê ji vê alozyê re peyda bikin!
Her weha bangawaziya KNK'ê di serî de ji gelê Kurd, Partî, rêxistin û saziyên Kurdistanî re heye ku bi hestiyariyeke bilind û bi mesûliyeteke neteweyî, bi erka xwe rabin û pêşî li vê malwêraniyê bigrin.
NAVENDA NÛÇEYAN