• KJK’ê têkilî biryara qirker a dadgehên Tirk a li ser Doza Kobanê got,’’Armancê di Doza Kûmpasê ya Kobanê de konsepta krîmînalîze û tasfiyekirina siyaseta demokratîk xistin meriyetê, xwestin mafê siyasetê yê Kurdan û jinan tine bikin’’ û banga geşkirina berxwedanê kir.

Koordînasyona KJK'ê têkildarî biryarên Doza Kobanê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Êrîşên AKP-DAÎŞ'ê ku dijminê Kurdan û jinan e yên li ser Rojava û Şengalê bi saya berxwedana mirovahiya cîhanê, jinan û gelan hate têkbirin û ji bo hilanîna tola vê têkçûnê darizandinên Doza Kobanê yên ne kêmî ‘’Dadgehên Îstîklalê’’ dan destpêkirin.’’
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Doza Kobanê tevî ku bi îdîaya raperîna 7-8'ê Cotmehê hate destpêkirin jî ku hingî gelê me yê Bakurê Kurdistanê li dijî êrîşên DAÎŞ'ê ji bo piştgiriya bi gelê Rojava rabû ser piyan, ev doz ji aliyê AKP-DAÎŞ'ê ve ji bo nixumandina sûcên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd, jinan û dagirkeriyê yên li Şengal û Rojava, ji bo tarîkirina komkujiya sivîl a di çalakiyên 7-8'ê Cotmehê de hatin kirin û ji bo astengkirina darizandina vê yekê di asta neteweyî û navneteweyî de hate destpêkirin. Bi vê armancê di Doza Kûmpasê ya Kobanê de konsepta krîmînalîze û tasfiyekirina siyaseta demokratîk xistin meriyetê, xwestin mafê siyasetê yê Kurdan û jinan tine bikin û mirovahiya mezin a ku xwedî li berxwedana Kobanê derket ceza bikin. 

AKP’ê sûcê qirkirinê kir
KJK’ê bal bire ser polîtîkaya qirker a AKP-MHP’ê û got,’’Rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ku ji bo rejîma xwe ya qirkirinê rizgar bike û statuya mêtingeriyê ya navneteweyî ya Kurdistanê dewam bike, stratejiya xwe ya belavbûna li Rojhilata Navîn bi Neo Osmanî û senteza Tirk-Îslamê xiste dewrê. Rejîma faşîst a AKP-MHP'ê damezrîner û rêveberê rêxistina terorê DAÎŞ'ê ye. Li Rojhilata Navîn stratejiyeke nû ya êrişê ya neteweperestî, zayendîperestî û olperestiyê xiste dewrê, êriş bir ser şoreşa Rojava û Şengalê, li dijî jinan û gelê Kurd sûcê qirkirinê kir. Armanca têkiliya AKP-DAÎŞ'ê avakirina rejîmeke qirker a herêmî ya nû ya li dijî gelê Kurd e, raperîna demokratîk a bi pêşengiya jinan û gelan li cografya Ereb destpê kir bi olperestiya tundrew dejenere bike û bitepisîne. ‘’

Berxwedana Kobanê AKP şikand
KJK’ê destnîşan kir berxwedaniya Kobanê AKP-DAIŞ têk şikandiye û domand: ‘’Bi vî rengî bi hevkariya AKP-DAÎŞ'ê dixwaze Rojhilata Navîn ji aliyê hegemonîk ve jinûve mêtinger û kontrol bike. Mirovahiyê û gelên Rojhilata Navîn bi aqil û dilê xwe êrîşên AKP-DAÎŞ'ê li dijî tevahiya mirovahiyê weke gefekê dîtin û li dora berxwedana Kobanê berxwedaneke mezin a mirovahiyê afirandin. Li Kobanê jinan, gelan, hêzên demokrasî û azadiyê bi ruhekî berxwedanê yê enternasyonal ê nû şer kirin û bi ser ketin. Bi berxwedana Kobanê re AKP-DAÎŞ hate têkbirin, qirkirina gelê Kurd, hegemonya mêtingeriyê ya navneteweyî û dîktatoriya li ser gelên Rojhilata Navîn têk çû, stratejiya belavbûna li Rojhilata Navîn a li ser bingeha tifaqa dijî Kurd hate şikandin.’’

Armanc tecrîdkirina Kurdan e
Têkilî armanca dewleta Tirk jî wiha hate gotin:’’Armanc tenêhiştina hêza çareseriya demokratîk û berxwedana demokratîk a gelê Kurd, tecrîdkirin e. Di vir de armanc ew e ku hêza çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ku di hilbijartinê de xwe nîşan da û rojeva parçekirina tecrîda li Îmraliyê belav bike. Di vir de armanc tafiyekirina yekîtiya têkoşînê û hêza demokratîk e ku li dijî faşîzmê serketin bi dest xist. Di çarçoveya vê armancê de rejîma faşîst a AKP-MHP'ê li hemberî Kurdan, jinan û hêzên demokratîk rejîma tecrîdê ya Îmraliyê bi cih tîne. 

Dema geşkirina berxewdanê ye
KJK’ê herî dawî got,’’Em di wê baweriyê de ne ku gelê me wê encamên giran ên vê doza kûmpasê tine bihesibîne, çalakiyên xwe yên berxwedanê mezin bike, heta ku encamê werbigire têkoşînê dewam bike. Di serî de Îmrali li dijî tecrîd û êrişên li ser girtîgehan hemûyan wê her kolanan veguherîne qada berxwedanê.’’ ANF