KJK: Biryara Komîteyê Wezîran bi kêrî kesî nayê

Duşem 23 Îlon 2024 - 15:36

  • Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) têkildarî biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya têkilî ‘mafê hêviyê’ ya derheqê Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da. KJK’ê di daxuyaniyê de diyar kir biryara ‘dirêjkirinê’ ya Komîteyê bi kêrî kesî nayê û nayê qebûlkirin û xwest ku Komîte li şûna ku li tecrîdê temaşe bike, tecrîdê rake û biryara xwe ji nû ve binirxîne.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di 17'ê Îlonê de ji bo vê mijarê nîqaş bike li hev kom bû û 20'ê Îlona 2024'an daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li Îmraliyê binpêkirin heye. Li gel vê yekê diyar kir ku wê salekê bişopîne û di Îlona 2025'an de karibe biryareke navberê bide.
KJK’ê êşkenceya tecrîda jidandî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan ku ev 43 meh in didome bi bîr xist, destnîşan kir tecrîd li ser Rêber Ocalan êrîşa li ser vîna gelê Kurd e û şerê qirkirinê ye û ev êrîşa qirkirinê her roj bi êrîşa li ser çadn, ziman, jin û ciwanan xuyanî dike û êrîş ne tenê li Bakurê Kurdistanê li tevahiya cîhanê Kurdan dike hedef. KJK’ê got,’’Heta ku sîstema Îmraliyê bi vî rengî neyê pênasekirin her şîroveya bê kirin wê bê wateya erêkirina siyaseta qirkirinê.’’

Li Îmraliyê mirovahiyê tê tecrûbekirin
Çalakiyên bi asta navnetewî ya dijî tecrîdê û xwedîderketina li Rêber Apo di daxuyaniya KJK’ê de hate bibîrxistin û hate gotin,’’Sîstema Îmraliyê sîstemeke welê ye ku hebûn û wateya mirovahiya cîhanê lê tê tecrûbekirin. Ji ber vê yekê dostên gelê me yên li tevahiya cîhanê li hemberî tecrîda mutleq û êşkenceya li ser Rêberê me di nava çalakiyan de ne.’’ KJK’ê her wiha got divê Rêber Ocalan, afirînerê dirûşma’’Jin, Jiyan, Azadî’’ ji alî fizîkî ve were azadkirin.

Divê Komîte biryarê ji nû ve binirxîne
KJK’ê biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya derheqê ‘mafê hêviyê’ ya têkilî Rêber Ocalan bi bîr xist, diyar kir rewşa agahînegirtina mitleq a li ser Rêber Ocalan li nav raya giştî dibe sedema hêrsê û got,’’Ev rewş gefê li ser jiyana aştiyane, azad a mirovahiyê dixwe. Nayê qebûlkirin ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê çavên xwe ji van rastiyan bigire. Ji ber vê jî divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê biryara xwe ji nû ve binirxîne û sîstema Îmraliyê bi rengekî rast pênase bike.’’

Dirêjkirin nayê qebûlkirin
KJK’ê bi domdarî birayara Komîteyê ku salek dane Tirkiyê nirxand, diyar kir ev biryar bi kêrî Kurdan, mirovahiyê û Konseya Ewropayê nayê û got,’’Nayê qebûlkirin ku pêvajo heta Îlona 2025'an bê dirêjkirin. Rêberê me 26 salên temenê xwe di nava şert û mercên dûrî ji tenduristiyê yên Îmraliyê derbas kir û niha 74 salî ye. ‘’

Biryara Komîteyê ne têrker e
KJK’ê wiha domand:’’Em biryara ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê wergirtiye têrker nabînin. Bi vê biryarê re sîstema êşkenceyê ya li ser Rêberê me ji nedîtî ve hatiye, ji bo ev sîstema qirker ji aliyê dewleta Tirk ve bê dewamkirin destûr hatiye dayin.
Em ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dixwazin û hêvî dikin ku di mijara êşkenceya li ser Rêberê me de bi xurtî hişyariyê bide dewleta Tirk, desthilatdariya AKP-MHP'ê, ji bo rawestandina êşkenceyê gavên pratîkî biavêje. Divê polîtîkaya xwe biguherîne ku nobedariya sîstema Îmraliyê ji dewleta Tirk re dihêle û şert û mercên azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bêne afirandin. Ya ku ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê tê hêvîkirin ev e.’’

Komîte divê êşkenceyê asteng bike
KJK’ê her wiha diyar kir Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo dawîanîna li vê dijminatiya li hiqûqê ya li Îmraliyê divê bi lez bikeve nava liv û tevgerê û got,’’Divê ne li êşkenceyê temaşe bike, lê asteng bike. 
Ji ber vê jî em bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dikin ku bexwedana jinên berxwedêr, gelan û mirovahiya cîhanê fêhm bike, rastiyê bibîne û li aliyê rast ê dîrokê bisekine. Di vê mijarê de em bang li raya giştî jî dikin ku bi baldarî û berpirsyarî tevbigere." BEHDÎNAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.