• Zûma li bajarê Nkandla ya li herêma Kwazulu-Natal a li rojhilatê welêt daxuyanî da çapemeniyê û bi ken got, "Ne pêwîst e ku îro bikevim hepsê.“

Li serokkmarê berê yê Efrîkaya Başûr Jacob Zûma, cezayê hepsê hat birrîn, lê ew red dike ku teslîm bibe.

Zûma ji ber lêpirsînên têkildarî karên nelirê gelek caran red kir ku îfadeyê bide, ji ber heqareta Li Dadgeha Destûra Bingehîn 15 meh cezayê hepsê lê hate birrîn.

Dadgehê pênc roj mohlet dabû Zûma ji bo teslîmî polêsan bibe. Welat li bendê ye ku serokkomarê berê teslîm bibe, yan jî bi zorê bê girtin.

Dadgehê şemiya bihurî qebûl kir ku biryara têkildarî Zûma ji nû ve bê nirxandin. Rûniştina nû 12'ê Tîrmehê wê pêk bê. Ya duyemîn jî piştgiriya gel e.

Zûma li bajarê Nkandla ya li herêma Kwazulu-Natal a li rojhilatê welêt daxuyanî da çapemeniyê û bi ken got, "Ne pêwîst e ku îro bikevim hepsê.“

Ji aliyê teknîkî ve biryara rûniştina nû mehkûmiyeta Zûma ranewestîne jî Zûma qebûl nake ku bikeve hepsê.

Alîgirên wî ku li ber mala wî civiyan, pankarta "Dest nedin Zûma" hildan û dirûşm gotin.

Serokkomarê berê bi talankirina pereyên cemaweriyê di 9 salên desthilata xwe de  tê sûcdarkirin.

CAPE TOWN