Hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pirr kêm bûne. Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê doh ragihand ku tenê 14 kesên din bi vîrusa koronayê ketine. Li gorî daneyan doh kesek jî ji ber vîrusê miriye.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên bi koronayê ketine 7 mêr in û 7 jin in. 4 ji wan li Qamişlo, 5 li Dêrikê ne; û li Til Temir, Girkê legê, Tirbespiyê, Reqa û Şehbayê jî her yekê kesek li wan bi vîrusê ketiye.
Bi van daneyan, hejmara giştî ya pêketiyên koronayê bû 8 hezar û 113, ji wan 276 kes mirine û hezar û 150 kes baş bûne.
QAMIŞLO