Piştî Wanê, derket holê ku li Mêrdînê jî 400 kes û Erdîşê jî bi hezaran kes di pêvajoya pandemiyê de bêyî destûra wan bigirin, kirine endamê AKP’ê.
Li gorî daneyên Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind; di 16’ê kanûna 2019’an de hejmara endamên AKP’ê 10 milyon û 211 hezar û 596 kes bûne. Piştî 50 rojan 15 hezar û 692 kes ji endamtiya AKP’ê derketibûn û hejmara endamên wê daketibû 10 milyon 195 hezar û 904 kesan. Piştî demeke dirêj ji ber ku hejmara endamên wê dikevin AKP’ê bi dûrişmeya “Hejmara endamên me zêde dibe malbata me mezin dibe” seferberiya endamtiyê da destpêkirin. Di navbera mehên adar û tîrmehê ku di wan de vîrûsa koronayê peyda bû, li gorî daneyên Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind; hejmara endamên AKP’ê 99 hezar û 783 hezar zêde bûne. Bi salane hejmara endamên AKP’ê bi nîqaş e. Derket holê ku di pêvajoya vîrûsa koronayê de kesên ku “Alîkariya Piştgiriya Civakî” girtine, bê destûra wan kirine endamên AKP’ê.
Piştî ku li Wanê derket holê di pêvajoya vîrûsa koronayê de kesên ku hezar TL “Alîkariya Piştgiriya Civakî” girtine, bê destûra wan kirine endamên AKP’ê, buyereke mîna vê bûyerê li navçeya Stewrê ya Mêrdînê jî pêk hat. Derket holê li gundê Ewîna ku HDP’ê ji sedî 80 deng lê digire, 40 kesên ku di pêvajoya vîrûsa koronayê de hezar TL “Alîkariya Piştgiriya Civakî” girtine, bê destûra wan kirine endamên AKP’ê.
Welatiyên bi vê rewşê hesiyan Celîle Salgin û Mehmet Surer endametiya xwe betalkirin. Herçiqasî serokê AKPê yê Ewîna îddîa bike ku welatî bi riza xwe dibin endam jî lê derket holê di forman de welatiyan îmzeya nedane.
Endamdiz li Erdîşê jî hene
Li Erdîşê ya Wanê jî derket holê AKPê li navçeyê xwe gihandiye agahiyên şexsan ên mirovan û bi vî rengî bi hezaran kes kirine endam. AKP'ê peyam ji hezaran kesî re şandiye ku ew kirine endam, li ser vê Erdîşiyan helwesteke tund nîşan da.
Haydar Tenik ku li Erdîşê ev 11 sal in li nav tevgera siyasî ya Kurd xebatan dike, got wî bi salan li nav BDP, DBP û HDP'ê xebat kirine. Tenik got; ''AKP, bi taybetî gelê me yê welatparêz kiriye hedef, bêyî daxwaza wan ew kirine endam.”
Hevseroka Navçeya Erdîşê ya HDP'ê Yaaşar Kucaş jî got ev kirina derqanûnî ya AKP'ê nîşan daye ku çendî qels û bêgav in.
MÊRDÎN/WAN