KE: Kontrolên Elmanya divê ‘îstîsnayî bin’’

Duşem 16 Îlon 2024 - 16:28

  • Hikûmeta Elmanyayê bi hinceta ‘’gefên terorîzma Îslamî û parastina ewlehiya navxwe’’, ji bo 6 mehan li ser hemû sînorên ku mijara nîqaşan e kontrol da destpêkirin. Konseya Ewropayê dijî vê nerazîbûn nîşan da û got,’’tevbîrên bi vî awayî teqez divê ji bo rewşên îstîsnaî bên pêkanîn.”

Di rewşa heyî de li ser sînorên Polonya, Çekya, Awusturya û Swîsreyê kontrol tên kirin. Pê ve girêdayî li ser sînorên Fransa, Lûksemburg, Hollanda, Belçîka û Danîmarka jî kontrolên mobîl û polîsan timî dewam dikin.
Di prensîbê de kontrolên bi vî awayî li sînorên navxweyî yên li herêma Schengenê qedexe ne. Lê belê di rewşa gefa li ser ewlehiya giştî yan jî ewlekariyê de, dikare ji bo 6 mehan bê pêkanîn û heta herî zêde 2 salan bê dirêjkirin.
Komîsyona Ewropayê nerazîbûn nîşanî vê da û destnîşan kir ku “tevdîr’’ divê ‘’îstîsnaî’’ bin.
Hikûmeta Berlînê jî biryarê bi hinceta  sparte ser ‘’gefên terorîzma Îslamî’’ û ‘’ewlehiya navxwe’’. 
Hikûmeta Elmanya ji ber êrîşên ‘îslamîst’ yên hefteyên bihurî hejiya. Bi taybetî piştî êrîşa ku ji aliyê hemwelatiyek Sûriyeyî li Solîngenê pêk aniye û DAÎŞ’ê ew êrîş girt ser xwe ku di encamê de 3 kes miribûn, hewlda tedbîr girtinê zêde dibe.
Di demeke ku rastgirên tund xurt dibin de ev êrîş zêde bûn û ev yek bû sedem ku mijara koçberiyê ji nû ve bê nirxandin. Li ser vê bingehê hikûmetê jî polîtîkayên li dijî koçberan şidand. DW

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.