- KCK'ê bi daxuyaniyekê da zanîn ku jiyana Rêber Abdullah Ocalan di tehlûkeyê de ye û bang li miletê Kurd û dostên wî kir da ku heta CPT´ê daxuyaniyê bide û parêzer Rêber Ocalan bibînin, seferber bibe.
KCK’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê gihîştiye asteke nû û bang li her kesî kir da ku heta CPT daxuyaniyê bide û parêzer bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin, bi ruhê seferberiyê bikevin nava liv û tevgerê û çalakiyên xurt bikin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî tecrîda mutleq a li dijî Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da. KCK’ê got: “Parêzerên Rêber Apo ragihandin ku li gorî agahiyên gihîştine wan, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) di serdana Îmraliyê ya Îlona 2022’yan de bi Rêber Apo re hevdîtin nekiriye, ji ber vê yekê jî fikar zêde bûne. Daxuyaniya parêzerên Rêber Apo nîşan dide ku CPT bi Rêber Apo re ti hevdîtin nekiriye, tevî vê yekê jî weke ku hevdîtin hatiye kirin, raya giştî agahdar kiriye.”
KCK´ê helwêsta CPT´yê weke nîşaneya rewşeke nû nirxand û got, “Ev helwêsta CPT´ê asta sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê û nêzîkatiya li Rêber Apo nîşan dide. Tevî ku yekemcar bi Rêber Apo re hevdîtin nehatiye kirin jî, weke ku hevdîtin hatiye kirin hewl dane nîşan bidin û gelê Kurd û raya giştî bixapînin. Ev helwêsta CPT´ê bûye sedem ku mijara tenduristî û jiyana Rêber Apo gihîştiye qonaxeke bi tehlûke. Ev yek rewşeke nû ye û gihîştiye asta tehlûkeyê.”
Rêber Apo li dijî tecrîdê li ber xwe dide
KCK´ê bi îhtîmam îşaret bi dijwarbûna tecrîd û êşkenceya li Îmraliyê kir û got, “Rêber Apo eb 24 sal in li dijî vê sîstema tecrîd û êşkenceyê li ber xwe dide. Ev helwêsta berxwedanê ya Rêber Apo bi navê îradeya jiyana bi hev re ya gelan û azadiya gelê Kurd tê nîşandan. Gelê Kurd jî ji destpêkê ve ev rastî gelekî baş fêhm kiriye û li gorî vê yekê nêzîk bûye. Gelê Kurd da zanîn ku dîlgirtina Rêber Apo dîlgirtina wî ye û jiyana azad jî tenê bi Rêberê azad re dibe, lewma bi xurtî xwedî li Rêber Apo derket. Ev helwêsta gelê Kurdistanê yê welatparêz, bû hêmanê esasî yê pûçkirina armanca komploya navneteweyî ku bi sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê dixwaze pêk bîne. Dewleta Tirk a mêtinger qirker û desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst ku nikare vê berxwedana Rêber Apo û gelê Kurd bişikîne, agahîwergirtina ji Rêber Apo mutleq asteng kir, CPT jî tevlî vê yekê kir û bi vî rengî sîstema tecrîd û êşkenceyê gihand asteke nû.
Ewrûpa bûye hevparê qirkirina Kurdan
Di vê qonaxê de divê bê gotin ku êdî tenduristî û jiyana Rêber Apo nediyar e, lewma ketiye nava tehlûkeyê. Jiyan û tenduristiya Rêber Apo êdî teqez di tehlûkeyê de ye. Helwêsta ku CPT nîşan dide, bi rengekî darîçav eşkere dike ku bi vî rengî ye. CPT li şûna ku bi berpirsyariya xwe ya rabe ya ku pêşî li êşkenceyê digire û mafên bingehîn diparêze; berevajî vê yekê tevdigere û bi helwêsta xwe êşkence û tecrîdê erê dike, rewa dike. Dema mijar Kurd û Rêber Apo bin, CPT jî di nav de dewlet û saziyên Ewrûpayê durû û bêpîvan tevdigerin, exlaq û siyasetê dikin qurbanê berjewendiyan. Ev nêzîkatiya CPT, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê û saziyên din ên Ewropayê yên peywendîdar, tê wê wateyê ku bûne hevparê qirkirina Kurdan.”
Gelê Kurd divê bersivê bide derewa CPT´ê
KCK´ê helwêstên xapînok ên CPT´ê wekî din jî bi bîr xistin û got, “CPT û saziyên din ên Ewrûpayê ji rewşa Rêber Apo berpirsyar in. Nikarin ji vê berpirsyariya xwe birevin. Rêber Apo ku îradeya gelê Kurd temsîl dike, bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin û li nava sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê hate bicihkirin. Komploya navneteweyî destpêkê bi binpêkirina hiqûqa Ewrûpayê hate kirin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê û CPT berê neçar man ku li vê rastiyê mikur bên. Ragihandin ku Rêber Apo bi rengekî nehiqûqî hatiye cezakirin û sîstema tecrîdê ya Îmraliyê êşkence ye. Lê belê ji ber ku Konseya Ewrûpayê û dewletên Ewrûpayê bi sîstema qirker û desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst re li hev in, CPT û saziyên din xwedî li vê berpirsyariya xwe dernakevin û bi sîstema êşkenceyê re li hev dikin. Divê gelê Kurd zanibe ku CPT û saziyên Ewropayê jî tevlî sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê bûne û jiyana Rêber Apo êdî di metirsiyê de ye, lewma helwêsteke xurt li dijî vê yekê nîşan bide. Dostên gelê Kurd jî divê bi helwêsteke xurttir xwedî li Rêber Apo derkevin, ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê û bidawîkirina metirsiya li ser jiyana Rêber Apo bi gelê Kurd re tevbigerin. Divê CPT li ser rewşa Rêber Apo tavilê daxuyaniyê bide, serlêdana parêzerên Rêber Apo ya ji bo çûyîna Îmraliyê tavilê bi cih bê anîn û parêzer bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin. Heta ku ev herdu daxwaz pêk werin, divê çalakî dewam bikin û zêde bibin.”
Banga seferberiyê li gelê Kurd kir
KCK´ê bi vê bangê daxuyaniya xwe bi dawî kir: “Em bang li gelê Kurdistanê yê welatparêz, li dostên gelê Kurd, li her kesê alîgirê azadî, demokrasî û nirxên mirovahiyê dikin da ku li ber sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê rabin, li her derê li hev kom bibin û çalakiyên xurt bikin. Li her derê divê bi helwêsteke xurt û bi biryar hewl bidin. Heta ku CPT daxuyaniyê bide û parêzer karibin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin, ev helwêst divê dewam bike. Heta ku jiyana Rêber Apo di rewşeke nediyar û bi tehlûke de be, divê ti kes nesekine. Divê her kes bi ruhê seferberiyê bikeve nava liv û tevgerê.”
NAVENDA NÛÇEYAN