Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê şewata daristanên Tirkiyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCK’ê nerazîbûn vê fikrê da ku hin kes şewatê dixin stûyê PKK û Kurdan.
Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hate diyarkirin “Bi piranî li peravên Ege û Akdenîzê û li gelek derên Tirkiyeyê agir bi daristanan ketiye. Ev şewatên ku bûne sedema windakirina can û mal, hê jî didomin. Daristan çawa ku hêmana bingehîn a hevsenga ekolojîk in, pişika hemû zindiyan in. Ji aliyê din ve qadên esasî yên jiyana xwezayî ne. Ji ber vê jî ne bi tenê ji bo welatên ku agir bi daristanên wan ketine, ev şewat ji bo hemû mirovayetî û zindiyan jî bobelateke mezin e. Em ji hemû gelên Tirkiyeyê re dibêjin derbasî be yên ku li bendê de şewat were tefandin. Em ji ber êşa wan xemgîn in.
Daxuyaniyên provakatîf
Gelekî rexne lê hatiye girtin ku li Tirkiyeyê piştî şewatan di demê de xebatên tefandinê nayên kirin. Di raya giştî de hin îddîa hatine kirin ku ev şewat ji bo rantê hatine kirin. Hin dijminên Kurdan û kesên dixwazin di navbera gelan de dijminatiyê bikin, hin daxuyaniyên provokatîf dane ku Kurdan ev der şewitandine. Hinek kes dixin stûyê PKK’ê û dixwazin civakên ku bi şovenîzmê jehrî bûne êrişî Kurdan bikin. Li hin cihan ji bo lînç û kuştinê dest bi nêçîra Kurdan hatine kirin.
Belavkirina nûçeyên ku Kurdan û PKK’ê ev der şewitandine, karê hêzên şerê taybet ên li dijî Kurdan û ên li dijî hêzên demokrasiyê ne. Bi beralîkirina wan re hin nûçeyên wisa tê kirin, li Tirkiyeyê êrişî Kurdan tê kirin. Li hemberî Kurdan lînc û qetlîamên vê pêlê, bi vê armancê tên kirin. Dixwazin îradeya Kurdan bişkînin, wan ji Kurdbûnê dûr bixînin û Kurdan bînin asta ku nikaribin ji bo azadî û demokrasiyê têbikoşin.
Bêexlaqtiyeke mezin e
Hikumeta AKP û MHP’ê zêde teşhîr bûye, piştgiriya civakê ya ji bo wê kêm bûye. Bi taybetî civak kiriye du parçe, ji ber dijminatiya wê ya li hemberî azadî û demokrasiyê, nerazîbûnên li hemberî vê desthilatdariyê zêde bûye. Ji ber ku di demê de ev şewat nehatiye tefandin, di nav gel de li hemberî vê desthilatdariyê hêrs zêde bûye. Lê AKP, MHP û weşanên şerê taybet ji bo ku berê hêrsa gel bidin cihekî din, dixwazin vê şewatê têxin stûyê Kurdan û PKK’ê. Desthilatdariya AKP û MHP’ê xwestiye bi vî awayî xwe ji hêrsa gel dûr bixe. Ev bêexlaqtiyeke mezin û polîtîkayeke gelekî qirêj e. Gelê me û raya giştî bawerî bi vê propagandayê naynin lê weşanên şerê taybet ji bo ku vê şewatê têxin stûyê Kurdan û PKK’ê, bi ser de civakên bi şovenîzmê jehrî bûne êrişî Kurdan bikin, gelekî hewl didin.
Derew û senaryoya şerê taybet e
Ku şewata daristanan jî li hemberî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê vediguherînin amûreke şer, pir eşkere radixe berçavan bê ka ev desthilat li ser gelên Tirkiyê bûye bar. Alîgir û hevkarên vê dasthilata faşîst li hemberî gelên Tirkiyê veguherîne komikek ya tawanan. Em wan hawîrdorên faşîst ên dijminê Kurd ku hewl didin şewatên li Tirkiyeyê derketî yan jî ji bo berjevendiyên xwe derxistinî didin bixin stûyê Kurdan û PKK’ê û bi vî rengî gelên Tirkiyê li dijî Kurdan rakin hişyar dikin. Ajotina komên faşîst li ser gelê me sûcekî giran e ku wê bê ceza nemîne. Derxistina şer di navbera gelê Tirkiyê sûceke giran e. Kesên wan sûcan dikin wê bê ceza nemînin.
Ji aliyê gelên me ve teqez werin cezakirin
Gelê me û Tevgera Azadiya me xakên ku lê dijîn wek welatê hevbeş dibîne, li wê welatê hevbeş de jiyanek bi biratî, azad û demokratîk hêvî dike. Yên Tirkiyê û Kurdistanê wek welatê hevbeş nabîne û li hemberî vî welatî û gelan sûcan dike, wê ji aliyê gelên me ve teqez werin cezakirin.
Li hemberî van êrîşkar û hêzên faşîst yên hemû gelên Tirkiyê, hêzên demokrasiyê û Kurdan dijmin dibîne û dike armanc, bang dikin ku li gel gelê Kurd mil bi mil têbikoşin, ji desthilatdariya AKP-MHP rizgar bibin û Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana Azad biafirînin.”
ANF/BEHDÎNAN