• Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê ji bo Ezîz Şêx Mihemed Ebdulkerîm Kesnezanî daxuyanî belav kir.

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê daxuyaniyek belav kir û got, ''Em careke din Ezîz Şêx Mihemed Ebdulkerîm Kesnezanî bi bîr tînin û hêvîdar in ku cihê wî bihuşt be. Bila serê malbata wî ya hêja û dilxwazên rêya Qadîrî sax be.''
Daxuyaniya Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê wiha ye:"Bi navê komîteyê me dixwest ku beşdarî merasîma serxweşiyê ya Şêx Mihemed Ebdulkerîm Kesnezanî bibin, kerb û kesera xwe nîşan bidin û serxweşiyê yekser ji we malbata hêja û Terîqeta Qadirî re ragihînin. Lê belê weke ku hûn jî texmîn dikin, ji ber hin sedeman me nekarî vê daxwaza xwe bi cih bînin. Lewma bi derengî jî be me xwest peyama sersaxiyê bi we re parve bikin
Beriya her tiştî em ji malbata hêja û şopdarên Ezîz Şêx re sersaxiyê û sebrê hêvî dikin. Bila serê malbata hêja û civata Terîqata Qadîrî sax be, rehma xwedê lê be û cihê wî bihuşt be.
Bi navê tevgerê em di wê baweriyê de ne ku di cewhera terîqetan de hewldana wê yekê heye ku nirxên demokratîk ên Îslamê, pîvanên maf û edaletê, exlaqê parvekirin û piştevaniyê bi civatê re bide fêhmkirin. Yek ji hewldanên bingehîn ên terîqetê ew e ku Îslama Mûhammedî bi pakî bi Misilmanan bide fêhmkirin, li ber zilm û neheqiyê bide rakirin. Weke ku tê zanîn Terîqata Qadirî weke terîqeta destpêkê ya vê xetê tê dîtin. Terîqeta Qadirî ji ber ku terîqeta destpêkê ye û ji aliyê alim û pîr ên Kurdan ve li Kurdistanê hatiye destpêkirin, ji bo me hîn bi wate û hêja ye.”

ANF/BEHDÎNAN