KCDK-E’yê ji bo Rojava banga çalakiyên bênavber kir

Yekşem 18 Çile 2026 - 16:15

  • Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropa (KCDK-E) diyar kir ku li Sûriyeyê tê xwestin ku hêviya azadiyê ya bi şoreşa Rojava çêbûyî, bê şkandin û li dijî vê yekê banga çalakiyan kir.

KCDK-E’yê daxuyanî da û got, “Ji her çar parçeyan gelê me yê welatparêz bila bizane ku bi serkêşiya dewleta Tirk a qirker û bi erêkirina hêzên navneteweyî çeteyên DAÎŞ’ê tên karanîn û bi vî rengî tê xwestin şoreşa Rojava, hêviya azadiyê ya gelan were tarîkirin.”

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt jî hatin diyarkirin: “Li dijî dîroka bi rûmet a gelê Kurd, siberoja wê û mîrateya wê êrîşeke mezin heye. Hemû derfetên şer ên qirêj seferber kirine. Ji devê wan xwîn diherike, ji bo qirkirina Kurdan di nava kelecan û kêfxweşiyeke mezin de ne.

Gelê Kurd gelekî bi rûmet e. Di tevahiya dîrokê de li dijî her cure komkujî û qirkirinê, bi rengekî bi rûmet sekinî ye û bûye hêviya cîhanê. Çeteyên herî hov ên DAÎŞ’ê li Kobanê bi pêşengiya jinan bi têkoşîneke lehengî hatin têkbirin.

Divê gelê me bizane ku divê em ji duh hîn zêdetir rabin ser piyan, têbikoşin û seferber bibin. Divê em li Ewropayê têkoşîna xwe dîplomasiyê û demokratîk hîn mezintir bikin.

Weke KCDK-E em bang li hemû sazî, federasyon û pêkhateyên xwe dikin ku weke wezîfeya esas têkoşîna ji bo parastina Rojava mezin bikin, em bang li gelê xwe yê li Ewropa, Awûstûralya, Kanada, Îngilistan û hemû parzemînên din dikin ku hîn zêdetir xwedî lê derkevin, bi ruhê berxwedanê yê Kobanê çalakiyên bênavber û bêdem lidar bixin û berxwedanê mezin bikin.”

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.