Li Tirkiyê kêlî bi kêlî nirxê lîreyê Tirkî, beramberî  dolar û euroyê kêm dibe. Bihayê euro û dolar li pêşberî lîreyê Tirk gihîşt asta rekoreke nû.
Bi destpêkirina bazarê re doh qîmeta yek dolarî beramberî Lîreyê Tirk ji 8 lîreyan bihurî. Di heman demê de euroyek jî ji 9 lîre û nîvan bihurî.
Tê payîn ku bêqîmetbûna lîre beramberî euro û dolaran ji ber krîza siyasî û aborî ya li Tirkiyeyê dewam bike.

ENQERE