Li navçeya Til Temir a ser bi kantona Hesekê, cihên xizmetgûzarî û perwerdeyê yên ku hatine topbaran û bombebarankirinê, rastiya êrişên dewleta Tirk a dagirker radixe ber çavan.
Yek ji van deveran gundê Um El Kêfê ye dikeve rojavayê navçeyê.
Dîmenên dibistana gund û embarên genim ên bûne hedefa êrişan bersiva pirsa “hedefa dewleta Tirk çi ye?” didin.
Dibistana gund a ku bi dehan zarokan lê perwerde dibûn, wêran bûye û êdî nayê bikaranîn.
Dîwar hilweşiyane, rûniştek û alavên din ên dibistanê şikestine, polên perwerdeyê serobino bûne, pencere û derî li erdê ne.
Ji hilweşandinê, tenê hevokek li ser texteyê perwerdeyê ku bala mirov dikişîne û difikirîne maye. Di nava resmên gulan de nivîsa “Serketina rasteqîn serketina li hemberî nezanînê ye” hatiye nivîsandin.
Embarên genim ên li gund jî ku berhemên gundiyan lê dihatin komkirin, bi temamî xirab bûne, hin guleyên topan ên neteqiyayî jî li nava ambaran mane.
Mal û dikanên gundiyan jî ji ber êrişan zirareke mezin dîtine.
Welatiyek ji pêkhateya Ereb ku ji niştecihên gund e, dibêje, di dema topbaranê de ew ji lingê xwe birîndar bûye.
Dayikek jî zarokên wê li dorê kom bûne û nan çêdike; ew dibêje, ji ber tirsê xew bi çavên zarokan nakeve, hesreta wan jiyaneke asayî ye.
ANHA/TIL TEMIR