Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê ragihand ku Karwan Horamî di encama nexweşiyekê de 14'ê Nîsana 2023'yan şehîd bûye û sersaxî ji malbata şehîd Horamî û gelê Rojhilatê Kurdistanê re xwest.
Komîteyê got, "Heval Karwan bi kelecanî, ked û nasnameya xwe ya xebatên şoreşgerî dihate nasîn. Mixabin heval Karwan şeva 14’ê Nîsana 2023’yan dema li ser erka xwe ya rojane ya asayî bû, ji ber ku gurçikên wî êdî kar nekirin, tevî hewldanên hevalan û yên nexweşaneyê şehîd bû.
Heval Karwan nexweşiyên xwe yên mîna nefestengî, nexweşiya şekir hebû. Heval Karwan di temenê xwe yê 15 salan ê şoreşgeriyê de ti demê nexweşiya xwe nekir asteng ji bo xebat û têkoşînê. Heval Karwan heta roja şehîdbûnê jî ti demê negot nexweş im, nikarim kar bikim. Tim li pêş bû, amade bû û di her kar û xebatê de cihê xwe yê diyar hebû.
Em şehadeta hevrêyê xwe Mihemed Melekî bi nasnav Karwan Horamî radigihînin, sersaxiyê ji bo gelê Kurd, Rêber Apo, hevrêyên wî yên têkoşîna azadiyê dixwazin. Heman demê sersaxiyê li xelkê xwe yê bajarê Sine yê serbilind, navçeya Jawero a leheng û gundê Textî Hewreman dikin; ji bo wan dibêjin; serbilind bin ku we ciwanekî weke heval Karwan heye. Şoreşgerekî weke Şehîd Karwan serê me, we û gelê Kurdistanê bilind kiriye. Divê em hemû bi hev re, bi hemû hêz û kêrhatiyên xwe xwedî li ked, westan û rêbaza şehîd Karwan derkevin. Divê zêdetir ji bo Kurdistaneke azadî, xwerêveberî, pêkanîna jiyaneke demokratîk a gelan a bi hev re kar bikin, Şoreşa ‘Jin jiyan azadî’ bigihînin serketinê."
Komîteyê da zanîn ku Şehîd Karwan Horamî ji xebatkarên Çapemeniya Azad bûye û nasnameya wê jî weke li jêr eşkere kir:
Karwan Horamî (Mihemed Malîk) ê li Sine-Jawero hatiye dinê, kurê Qeta û Kerîm, 14’ê Nîsana 2023´yan li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
BEHDÎNAN