Karatay: Kurd dijî tecrîdê wê li ber xwe bidin

Sêşem 17 Îlon 2024 - 15:24

  • Yadê Aynûr Karatay ku dayika du şehîdan û girtiyan e û Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Agiriyê ye anî ziman tecrîd sûcekî dijî mirovahiyê ye, di şexsê Rêber Ocalan de tecrîd li ser civakê ye û got, ‘’Ocalan Rêberê Gelê Kurd e. Dewlet bi tecrîdê hewl dide birêz Ocalan ji gelê kurd dûr  bixe. Kurd di ferqa vê de ne û ji bo rakirina tecrîdê li ber xwe didin.” 

Dijî êşkenceya tecrîdê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan helwesta li nav gel her ku diçe zêdetir dibe. Hem li Kurdistanê li nav Kurdan û hem jî li nav qada navnetewî dostên Kurdan û gelek derdorên ji qadên cuda yên mîna nivîskar, parêzer, rojnamegeran dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan helwestê nîşan didin.
Li Kurdistanê jî yek ji saziya ku dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan tim li ser piyan e, Dayikên Aştiyê ne, ku li Bakur pêşengiya têkoşîna dijî tecrîdê dikin. 
Ji Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Agiriyê Aynûr Karatay diyar kir heta ku tecrîda li ser Ocalan bişkînin ew ê tim qadan bin û li ber xwe bidin û ew ê êşkeneya tecrîdê ya li ser

Rêbertiya xwe qebûl nekin.
Karatay, a ji Taxa Îshak Paşa ya Bazîd a Agiriyê dayika şehîd û girtiyan e, ku kurê wê Vehap Karatay sala 1996’an bi îdîaya ‘’endamtiya rêxistinê’’ hate girtin û cezayê miebetê lê hate birîn, her wiha kurê wê Abdullah Karatay jî bi eynî îdîayê 22 sal û 6 meh ceza lê hatiye birîn.

Dayika şehîd û girtiyan
Her wiha kurê wê Emrah Karatay sala 2010’an tevlî nav refên gerîla dibe û 2017’an li navenda Bazidê di şer de şehîd dikeve, keça wê Sitî Karatay (Ezda Avesta) jî ku 2013’an tevlî nav gerîla dibe li Şemzînan sala 2016’ân di şer de şehîd dikeve. Dewleta Tirk a dagirker 8’ê Adara 2022’an ‘’Roja Jinan a Cîhanî’’ de di qotiyekê de cenazeye keça wê didine wê.
Hevserê Karatay Burhan Karatay jî sala 2016’an bi îdîaya ‘’endamtiya rêxistinê’’ tê girtin û 2018’an li Girtîgeha Gîresûnê krîza dil lê dide û di 67 saliya xwe de jiyan axwe ji dest dide.
Karatay a ku li gel ev qas berdêlên giran dayî jî gelek caran hatiye destgîrkirn, êşkence lê hatiye mûyekî ji têkoşînê xwe nedaye paş  û dibêje, divê demildest tecrîda li ser Rêber Ocalan were şikandin û ji alî fizîkî ve şertên azadbûna Ocalan werin pêkanîn.

Tecrîd sûcê dijî mirovahiyê ye
Karatay tîne ziman ku tecrîda li ser Rêber Ocalan derbê li aştiyê dixe, şer giran dike û dibêje,’’Birêz Ocalan Rêberê gelê Kurd e. Ev tecrîd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye û em dixwazin tavilê were rakirin. Divê demildest bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ji ber ku malbata wê ji ber tenduristiya wî bifikar e. Ez vê polîtîkaya tecrîdê şermezar dikim. Birêz Ocalan 25 sal in li girtîgeha giravê li ber xwe dide. Dewlet bi tecrîdê hewl dide birêz Ocalan ji gelê kurd dKr bixe. Kurd di ferqa vê de ne û ji bo rakirina tecrîdê li ber xwe didin.” 

Di şexsê Ocalan de civakê tecrîd dikin
Karatay, destnîşan kir ku weke Dayikên Aştiyê ew ê ji bo rakirina tecrîdê her tim li qadan bin. Karatay, axaftina xwe wiha qedand: “Divê her kes li dijî tecrîdê dengê xwe derxîne. Astengkirina hevdîtinan wê rê li ber şer û krîzên girantir veke. Di şexsê Ocalan de dixwazin hemû kurdan tecrîd bikin. Banga min ji bo gel e; dixwazin birêz Ocalan bidin jibîrkirin. Li dijî tecrîdê divê her kes rabe ser pêyan û dengê xwe bike. Ez ê her tim li dijî tecrîda li ser birêz Ocalan têbikoşim.” 
MA/AGIRÎ
 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.