• Nexweşa pênçeşêrê di hucreya yekkesî de dimîne û derman nadinê.

Şehriban Çoban ku ji Girtîgeya Jinan a Şakranê ya Îzmîrê hat berdan, bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Fatma Ozbay û got: “Fatma 2 sal in bi nexweşiya pênçeşêrê ketiye û ji ber nexweşiyê pêsîreke wê jêkirine. Niha di hucreya yekkesî de dimîne û derman nadinê.”
Çoban, der barê şertên zindanê de axivî û da zanîn ku di demên dawîn de zextên li ser girtiyan zêde bûne. 
Çoban bi taybetî bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Fatma Ozbay û got: “Fatma 25 sal in girtî ye. 2 sal in jî bi nexweşiya pênçeşêrê ketiye. Ji ber vê nexweşiyê pêsîreke wê jêkirine. Nexweşiya wê di asta sêyemîn de ye. Li hundir emeliyat bû, lê ji ber pandemiyê tedawiya wê nehat kirin. Herî dawî dema ku birin nexweşxaneyê bêyî ku tedawiya wê bê kirin paşve anîn û kirin qarantînayê. Niha li hucreya yekkesî dimîne û dermanên wê nayên dayîn.”
Şehrîban Çoban, di sala 2015’an de li ser gotinên şahidekî yên der barê wê de hat girtin. 

MA/MERSÎN