- Xalid Îbrahîm bal bire ser talokeya DAIŞ’iyên li Kampa Holê, got,’’Mîna bombeyeke li ber teqînê ye.’’ Ji bo vegera malbatên DAIŞ’iyan banga avakirina Koalîsyoneke Navnetewî û dadgehê kir.
HÎVDA HEBÛN/QAMIŞLO
Endamê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xalid Îbrahîm têkildarî vegerandina penaberên li kampa Holê ya li welatên wan axivî.
Xalid Îbrahîm anî zimên di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de Rêveberiya Xweser hemû berpirsyariya xwe bi cih anî û diyar kir ku berpirsyariya civaka navneteweyî jî heye û divê bi vê berpirsyariyê tevbigere. Xalid Îbrahîm got, "Ji bo dawî li gefa terora DAÎŞ'ê ya li ser tevahiya cîhanê bê anîn, mirovên vê herêmê têkoşîneke mezin meşandin. Herî dawî sala 2019'an ji aliyê cografîk ve DAÎŞ li herêmê hate têkbirin. Lê belê hem rêxistinî hem jî ji aliyê fikir û mejî ve hebûna DAÎŞ'ê dewam dike." Xalid Îbrahîm ragihand ku ji ber vê yekê ji sala 2019'an û vir ve li hemberî bermahî û şaneyên veşartî yên DAÎŞ'ê, li hemberî hewldanên belavkirina mejiyê DAÎŞ'ê li nava civakê têdikoşe.
Kampa Holê mîna bombeyekê ye
Xalid Îbrahîm bal bire ser hebûna bi hezaran malbatên DAÎŞ'î li kampên Hol û Roj, her wiha bi hezaran çeteyên DAÎŞ'ê yên li girtîgehan û got, "Em zanin ku ev çeteyên li girtîgehan çeteyên herî radîkal û metirsîdar ên DAÎŞ'ê ne. Her wiha kampa Holê jî mîna bombeyekê di destê me de ye. Yên li vê kampê ne rêxistinî û karên xwe yên rojane dewam dikin. Niha Rêveberiya Xweser bi derfetên xwe hewl dide hem li ser kampê hem jî bi temamî serwer be, di mijara misogerkirina ewlekariyê de hem ji bo kampê hem jî ji bo pêwîstiyên giştî zor û zehmetiyan dikişîne.’’
DAIŞ teroreke navnetewî ye
Ibrahîm bi domdarî berpirsyariya qada navnetewî jî bi bîr xist û got,’’ Rêveberiya Xweser dibêje ev berpirsyarî ne tenê ya Rêveberiya Xweser e, civaka navneteweyî jî xwedî berpirsyarî ye û divê berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Her wiha di asta yekemîn de berpirsyarî dikeve ser milê civaka navneteweyî. Rêveberiya Xweser a dikeve ser milê xwe bi cih anî û hîn jî dike. Ji ber vê yekê em Rêveberiya Xweser timî dubare dikin. Divê pirsgirêka DAÎŞ'ê weke pirsgirêkeke terorê ya navneteweyî bê nirxandin."
Koalîsyona Navnetewî divê kom bibe
Xalid Îbrahîm anî ziman ku hin welat dixwazin welatiyên xwe bibin û got, "Ji bo vê jî Rêveberiya Xweser a ku ji dest tê dike, alîkariyê dide. Lê belê hinek zor û zehmetiyên vê yekê jî ji bo me hene. Aliyên vê yên ewlekariyê hene, aliyê wê yê nasnameyê heye. Weke ku tê zanîn li kampên Hol û Rojê mirovên ji 50 welatan hene. Mijara tespîtkirina nasnameya wan heye, hejmara zarokan gelekî zêde ye, gelek nasnameyên van zarokan hene. Pirsgirêka me ya tespîtkirina bi belgeyan heye û pirsgirêka ewlekariyê heye. Ev hemû ji bo me pirsgirêk e. Ji ber vê yekê Rêveberiya Xweser ji bo peydakirina çareseriyeke gitşî di nava hewldanan de ye. Birina wan a li malê tenê têrê nake. Çawa ku ji bo şerê li dijî DAÎŞ'ê koalîsyoneke navneteweyî hate avakirin, divê bi heman rengî ji bo vê pirsgirêkê jî koalîsyoneke navneteweyî kom bibe.’’
Bila dadgehek ava bibe
Ibrahîm her wiha diyar kir ji bo darizandina DAIŞ’iyan divê dadgehek bê ava kirin û got,’’Rêveberiya Xweser beriya her tiştî dixwaze dadgehek bê avakirin û ev mirov li wê dadgehê bêne darizandin. Jixwe nedarizandina wan nabe. Eger ev mirov wê neyên darizandin, eger li gel ewqas sûcên ku hatine kirin DAÎŞ wê neyê darizandin, hingî mirov nikare qala bidawîkirina DAÎŞ'ê bikin. Ji ber vê jî divê ev mirov li dadgeheke adîl a di asta navneteweyî de bêne darizandin. Heta ku li mafên mirovên ku di êrîşên DAÎŞ'ê de zerar dîtine, berdêl dane û windahî dane neyê pirsîn, ev pirsgirêk wê hîn mezin bibe û krîz her roj hîn bêhtir giran bibe."
Bila xwîna me li erde nemîne
Xalid Îbrahîm anî ziman ku di şerê dijî DAÎŞ'ê de hin malbatan zarokên xwe ji dest dan, di navbera hin malbatan de dijminatiyê rû da û got, "Ji ber vê yekê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî jî malbatên di vî şerî de zarokên xwe ji dest dan, têkildarî malbatên ku radestî welatên biyanî têne kirin û malbatên vedigerin nerazîbûnê hêdî hêdî nîşan didin. Ji ber ku gelek malbat dibêjin, 'Em qebûl nakin ku xwîna zarokên me bi vî rengî li erdê bimîne'. Dixwazin ku yên têne radestkirin an jî vegerandin bêne dadgehkirin. Ji ber vê jî Rêveberiya Xweser ji bo çareseriya vê pirsgirêkê ya bi civaka navneteweyî re di nava lêgerînê de ye." ANF