Kalê 76 salî Îsmaîl Onal ê li Colemêrgê hatibû binçavkirin, ligel nexweşiyên wî yên heyî jî kirin girtîgehê. Jina 55 salî Fatma Sevmîş a ku piştî biryara girtinê ji ser hişê xwe çû, rakirin nexweşxaneyê.
Li gundê Gûzereşê yê girêdayî navçeya Çelê ya navenda Colemêrgê, di serdegirtina malan a 14’ê Cotmehê de, 18 kes hatibûn binçavkirin. 16 kes berdan lê der barê Îsmaîl Onal ê 76 salî û Fatma Sevmîş a 55 salî de jî, bi îdîaya “Alîkarîdayîna rêxistinê” biryara girtinê hat dayîn. Sevmîş a piştî biryar girtinê ji ser hişê xwe çû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bajêr. Onal ê 76 salî jî şandin zindana li Wanê.
Neviyê Onal ê hat girtin Şahîn Onal, bal kişand ser nexweşiyên bapîrê xwe û wiha got: “Nexweşiyên tansiyonê û şeker bi bapîrê min re hene. Di sala 2018’an de ji ber fitiqê emeliyat bibû. Dîsa her tim bêhna wî diçike. Bapîrê min di çarçoveya şahidê nepen de, bi awayekê bêhiqûq girtin. Bapîrê min nikare bi van nexweşiyên xwe û temenê xwe yê extiyar di girtîgehê de bimîne. Nikare şert û mercên girtîgehê rake. Ger tiştek pê were, berpirsiyar dewlet e.”
MA/COLEMÊRG